• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    Gelo yên di wêne de kî ne: Piştî 52 salan hev dîtin!

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    YEWKURDê lêgerîna polîsan a li weşanxaneyan şermezar kir

    ‘Divê darvekirinên li Îranê wekî sûcê li dijî mirovahiyê bê dîtin’

    Hevpeymaniya Rojhilat: Xwepêşandanên Awdananê vegeriya dengê li dijî rejîmê

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    ‘Em destûr nadin girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest bidin’

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Omer Ocalan wêneyek nû yê Abdullah Ocalan parve kir

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

    Israel Katz gefa dagirkirinê li Libnan, Sûriye û Xezeyê xwarin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

Mahmût Altintaş / AW

18 MIJDAR 2026 - 10:20
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Sekretera Giştî ya Partiya Basels starke Alternative (BastA!) Franziska Stier diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di şert û mercên dijwar de ne azadiya xwe lê perspektîfa çareseriyê li pêş dixe û wiha got: “Tişta ku bi taybetî bandor li min kir daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên derbarê diyalog, rêya siyasetê û lêgerînên wî yên çareseriyê ne.”

Banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû cîhanê deng veda. Piştî banga dîrokî bi destpêkirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re li qada navneteweyî gelek kesên sosyalîst, akademîsyen û siyasetmedar ji bo biçin Girava Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Her wiha ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de ji aliyê Kurd û dostên Kurdan ve kampanyaya “Fredom For Abdullah Ocalan (Ji Abdullah Ocalan re azadî)” hate destpêkirin û kampanya berdewam dike. Li qada navneteweyî siyasetmedar, aktivîst û rojnameger jî tev li vê kampanyayê bûn.

Sekretera Giştî ya Partiya Basels starke Alternative (BastA!) / (Alternatîfa Xurt a Baselê) Franziska Stier jî ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike di 9ê Hezîrana 2025an de serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê da û di heman demê de di nava xebatên kampanyaya “Fredom For Abdullah Ocalan” de cih digire. Franziska Stier derbarê daxwaza hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re, kampanyayê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pirsên Ajansa Welat (AW) bersivand.

* We ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û di nav kampanyaya “Fredom For Abdullah Ocalan” de jî cih digirî. Di serî de nasîna we ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê re çawa çêbû?

Têkiliya di navbera tevgera Kurd û partiya min de herî kêm digihîje sala 1999an. Wekî din, gelek Kurd li Baselê dijîn û em di warên cuda yên siyasetê de bi hev re dixebitin. Ez têkiliya di navbera civak û siyasetê, di navbera tevger û partiyê de bi taybetî balkêş û berhemdar dibînim. Ez bawer dikim ku ev têkilî di deverên cuda yên erdnîgariya Kurd de, ji Rojava bigire heya herêmên Tirkiyeyê yên ku nifûsa Kurd lê zêde ye, bi awayên cuda xwe nîşan dide. Ji bilî vê yekê ez bawer dikim têkoşîna rizgariya jinan û ekolojiyê ya Tevgera Kurd bersivên pirsgirêkên serdema me ne û ji bo guhertina civakî jî nexşerê ye. Em gelek caran ji xwe dipirsin; Em ê çawa vê têkoşînê veguherînin şert û mercên Ewropayê û sûd bigirin.

* Gelo we tu bersivek ji daxwaznameya ji bo hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re girt an na?

Na, min hê tu bersiv negirtiye. Tiştê ku wê serdemê cuda dikir ew bû ku bangek ji bo aştiyê hatibû kirin. Ocalan tekez kir ku divê têkoşîna azadiyê êdî bi rêbazên demokratîk were birêvebirin. Banga wî ya ji bo aştiyê bi taybetî di demeke wiha de girîng bû. Ji ber ku di serdemeke ku şer her ku diçû şûna siyaset û danûstandinên demokratîk digirt bangeke bi vî rengî hat kirin. Şopandina pêvajoyê ji nêz ve pir girîng e. Piştgirî û beşdariyên pêwîst ji bo misogerkirina pêşveçûnê xwedî girîngiyeke mezin e. Heke rêxistinên navneteweyî di vî warî de berpirsiyariyê negirin ser xwe, divê em weke civaka sivîl înîsiyatîf bigirin û vê berpirsiyariyê bigirin ser xwe.

* Heke rojek daxwaza we ya hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re were erê kirin û hûn bikaribin hevdîtinê bikin, dixwazin jê re çi bêjin?

Tiştê ku bi taybetî bandor li min kir daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên derbarê diyalog û rêya siyasetê bû. Lêgerîna wî ya ji bo rêyek derketina ji şer û ne tolhildan bû. Armanca wî çareserî ye. Tevgerên azadiyê pir caran dikevin xefikeke wisa ku êdî têkoşîn bi xwe dibe armanc. Ji bo wê ez pir balkêş dibînim; Abdullah Ocalan di van şert û mercên dijwar de ne azadiya xwe ya şexsî, perspektîfa çareseriyê bêtir li pêş dixe. Ev bandorek zêde li ser min kir. Serpehatiyên min ên li Rojava jî bala min a li ser vê mijarê hîn bêtir xurt kir. Mirovên ku li Rojava di şert û mercên ne diyar de min bi wan re hevdîtin kir tevî van şert û mercên dijwar jî wan qala perspektîfeke nû dikir. Bi taybetî jî jinan qal dikir. Digot armanca wan ew e ku fikra azadiya jinan balavî hemû Sûriyeyê bikin. Di van şert û mercan de fikreke wisa ez pir bi wate û zanebûneke mezin dibînim.

Heke derfeta min hebûya ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim, ez dixwazim jê bipirsim ka ramanên wî yên li ser rizgariya jinan çawa pêş ketine û ezmûnên wî yên siyasî çawa bandor li ser şikildana van ramanan kirine. Ez her wiha dixwazim nêrînên wî yên li ser tiştê ku divê di qonaxa pêş de were kirin fêr bibim. Ez ê bipirsim ka em çawa dikarin pêşî li tundûtûjiyê bigirin, hem di jiyana rojane de û hem jî di asteke berfirehtir de em çawa dikarin vê dinyayê veguherînin cihekî ku her kes tê de bi ewlehî bijî.

* We jî piştgirî da kampanyaya ji bo Abdullah Ocalan azadî. Hûn dikarin qala vê kampanyayê bikin, hûn vê kampanyayê bi çawa bi rê ve dibin û çi xebatan dikin?

Ev kampanya bi salan e berdewam dike û rêxistinên civaka sivîl ên Kurd piraniya xebatê pêk tînin. Rola min di vê pêvajoyê de bêtir piştgirî bû. Di Îlona 2025an de em ji bo nasîna Mafê Hêviyê ji aliyê Konseya Ewropayê xebitîn. Mafê Hêviyê bi rastî mafekî bingehîn e. Girtin divê nebe sedema hêviya derketina derve. Ji bo wê jî banga azadiya Abdullah Ocalan ne tenê piştgiriya bi kesekî re ye. Di vir de daxwazeke siyasî jî heye. Heta diyalog nebe û bi aktorên serekê re hevdîtin neyê kirin pêvajoyên aştiyê ne mimkune werin lipêşxistin.

* Fikir û raman û paradîgmaya Abdullah Ocalan bandoreke çawa li qada navneteweyî dike, qada Ewropa çawa li vê paradîgmayê dinêre?

Konfederalîzma Demokratîk pir zêde bandor li min kir. Di konfederalîzma demokratik de tiştek di jor de nayê ferzkirin, guherîna civakê ji jor ve nayê ferzkirin mirov tenê dikarin vê guhertinê bi hev re biceribînin û pêk bînin. Ev nêzîkatî bi kevneşopiyên sosyalîst ên ku ji hêla kesayetên mîna Rosa Luxemburg ve tên temsîlkirin re têkildar e. Luxemburg her wiha girîngiya fêrbûna mirovan bi têkoşîn û ezmûnên xwe yên siyasî û girtina înîsiyatîfa xwe tekez kir.

Ji bilî tevgereke jinan a bihêz 3 mijarên girîng hene ku divê em li ser rawestin;

Ya yekem; rêxistina herêmî. Di vê rêxistinê de, mirov di asta herêmî de hevûdu nas dikin û ew dikarin werin ba hev da ku li ser mijarên ku bandorê li jiyana wan a rojane dikin nîqaş bikin û biryar bidin. Ji ber vê yekê, heke em dixwazin li hember meylên otorîter û faşîst bisekinin, xurtkirina civakên herêmî divê yek ji warên me yên bingehîn ên xebatê be.

Ya duyemîn; parastin û temsîliyeta siyasî ya kêmneteweyên etnîkî û olî. Ez vê mijarê bi taybetî girîng dibînim. Ocalan bi awayekî konseptî ev mijar ji perspektîfa gelekî bindest li herêmeke pir-etnîkî û pir-olî anî rojeva siyasî. Li Ewropayê jî ji ber koçberiyê demografiyeke dewlemend derketiyê holê. Ji ber vê yekê, divê em bi bandor mekanîzmayan biafirînin da ku li dijî nijadperestiyê û îstismara kêmneteweyan têbikoşin. Divê em di her astê de stratejiyên berbiçav pêşve bibin da ku hemî beşên civakê bikaribin beşdarî jiyana civakî bibin.

Ya sêyemîn; vîzyona veguherîna civakî-ekolojîk. Bi rastî, tiştê ku piraniya mirovan dixwazin ev e ku tenê cîhek hebe ku ew bikaribin lê bijîn û xwe ewle hîs bikin, bêyî ku rastî tundûtûjiya aborî, baviksalar, ji hêla dewletê ve hatî piştgirî kirin, an jî her cûreyek din a tundûtûjiyê werin. Ev xala hevpar e ku tevgera jinan, tevgera LGBTQ+, tevgera ekolojiyê û têkoşînên kesên ku neçar mane welatên xwe biterikînin, bi hev ve girê dide.

* Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk 2 sal li pey xwe dihêle, hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin, li gorî we heta niha qasî hate xwestin pêvajo gihîştiye wê astê divê çi bihata kirin?

Ez ji nêz ve pêvajoyê dişopînim. Derengxistina hin tiştên bi lez bihatana kirin, meriv diêşîne. Bêguman gavên girîng hatine avêtin; PKKê xwe fesix kir û pêvajoya bêçekbûnê da destpêkirin. Qanûnek çarçoveyî li Parlamentoyê hate pejirandin. Ev destkeftiyên girîng in. Lêbelê, qanûn tenê bêçekbûna PKKê sererast dike. Mafên demokratîk ên gelê Kurd misoger nake. Lê naskirina nasnameya siyasî û çandî ya Kurdan, tevlibûna siyasetê û demokratîkkirina saziyên dewletê ji bo bidestxistina aştiyê girîng in. Ji van pirsgirêkan hîn jî yek ji wan nehatiye çareser kirin. Lêbelê, aştî ne tenê li ser têkiliyên hêzê, mafan û beşdariya demokratîk e; ew di heman demê de li ser pêşxistina têgihîştina hevbeş di navbera mirovan de ye. Bêyî ku dewleta Tirkiyê îro çiqas gavan avêtinê, bidestxistina têgihîştina hevbeş û lihevhatinê jî parçeyek aştiyê ye. Mînak, gelo dayikên Kurd û Tirk ên ku zarokên xwe di vê têkoşînê de winda kirine dikarin êş û neheqiyên ku ji hêla aliyê din ve têne jiyîn fam bikin û qebûl bikin? Ev aliyekî aştiyê ye ku pir caran tê paşguh kirin lê pir girîng e. Pêşxistina têgihîştineke wiha dê beşdarî veguherîna qanûna çarçoveyî ji bo pêvajoyeke demokratîkbûnê ya berfireh bibe.

* Abdullah Ocalan pêvajoyê di heman demê de weke pêvajoya avakirin û entegrasyona demokratîk pênase dike. Entegrasyona demokratîk dikare çareseriyeke çawa li pêş bixe û gelo ne tenê ji bo pêvajoya Bakur û Tirkiyeyê ji bo pirsgirêkên dinyayê jî dikare bibe modelek çareseriyê?

Ji bo azadiyê hewcehî bi netew dewletekê nîn e. Lê gelek mirov ji bo neyên bindestkirin dixwazin bibin xwedî dewlet û di dewleteke de bijîn. Pirsgirêka rastîn ev e; kesên bi desthilatdariyê hêza xwe nîşan didin zû bi zû vê hêza xwe parve nakin. Ji ber vê yekê jî piştgiriya hemû bindestan pir girîng e. Weke mînak rejîma Îranê ne tenê Kurdan, lê di heman demê de beşên din ên civakê jî bindest dike. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo azadiyê divê her kesê ku tundûtûjî û bindestiyê dijî jî di nav xwe de bigire. Bingeha entegrasyona demokratîk dikare li vir were danîn; naskirina nasnameyên cuda, pêvajoya biryardana hevbeş û rêxistinkirina pirsgirêkên civakî di nav dînamîkên xwe de bêyî ku hewcedariya yekbûnê di bin yek dewletek neteweyî de hebe. Di demên şer û neteweperestiyê de bidestxistina vê yekê dijwartir e, lê bi heman awayî pêdiviyeke.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek caran girîngiya têkoşîneke enternasyonal destnîşan dike. Gelo li dijî pergala kapîtalîzmê ku şer û krîzan kûr dike têkoşîneke sosyalîst a enternasyonal çawa dikare were li pêşxistin?

Çepgirên siyasî gelek caran ji bo hevkariyeke demdirêj û stratejiyeke hevpar ditengijin. Lê pêdiviyeke mezin ji vê yekê re heye. Ez bixwe jî dibînim siyaseta rojane çawa mirov dikişîne hûndirê xwe û têkoşîna li qadan, rêxistinkirina civakê li kolanan û qada navneteweyî çiqas dijwar tê. Ji aliyekî ve li qadan ji bo destkêftiyên şênber têdikoşin û ji aliyê din ve jî divê em bi perspektîfeke berfireh li dinyayê binêrin. Ew ne tiştek hêsan e. Lê yek ji peywîra siyasî ya çepgiran jî ev e. Ji bo wê jî hewcedarî bi hevkariyeke sînoran derbas dike heye. Divê enternasyonalîzm ne tenê bi peyamên piştgiriyê were lipêşxistin. Bi têkoşîneke hevpar û avakirina qadên demokratîk ve divê were lipêşxistin. Ji bo wê jî li çar aliyê dinyayê divê mirov bêtir bibin parçeyekî vê têkoşînê.

Etîket: Abdullah OcalanFranziska StierPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

Muhîttîn Altin: Eger girtiyên azadiyê neyên berdan wê çareserî çawa pêk were?

16 MIJDAR 2026
Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

Malbatên girtiyan: Heta girtî neyên berdan pêvajo li pêş nakeve

14 MIJDAR 2026
Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

13 MIJDAR 2026
Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

Çîgdem Dogû: Derenghiştina pêvajoyê bi xwe re metirsiyên mezin tîne

10 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026
‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

5 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne