• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
17 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Ji bo girtiyên nexweş çalakiya nobedê tê destpêkirin

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Komîteya Entegrasyonê der barê Zanîngeha Rojava de daxuyanî da

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Zanîngeha Rojava: Parastina zanîngeha me parastina zimanê Kurdî ye

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Abdulvahap Adsoy ê ku piştî 30 salan hate berdan jiyana xwe ji dest da

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Hozan Kilamedîn û Necmedînê Dêrikî li pey hev koça dawî kir

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

    Li ber Wezaretê bertek nîşanî dirêjkirina girtina Hîcran Bînîcî dan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dengê bindestan û têkoşîna hunera şoreşgerî: Ahmet Kaya

Nedîm Orûç / AW

16 MIJDAR 2026 - 09:40
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Hunermendê Kurd Ahmet Kaya yê ku bi stranên xwe bû dengê gelên bindest û ji ber xwesteka xwe ya gotina straneke Kurdî êrişek nijadperest lê hatibû kirin li gel ku 26 sal bi ser koça wî re derbas bûye jî hê jî bandoreke şoreşgerî û hunermendiyek rasteqîn li ser civak û nifşên nû dike.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya di 28ê Cotmeha 1957an de li bajarê Meletiyê wekî zarokê pêncemîn ê malbateke karker hate dinê. Malbata Ahmet Kaya beriya ku ew were dinê, ji ber pirsgirêkên aborî û tunebûna derfetên kar ên li gund, ji navçeya Çêlikan a Semsûrê koçî bajarê Meletiyê kiribû. Ahmet Kaya zarokatiya xwe di nav şert û mercên karkerî û xizaniyê de li Meletiyê derbas kir. Wî dibistana seretayî li Meletiyê xwend û di demên vala de ji bo alîkariya debara malbata xwe di dikaneke firotina qeyd û kasetan de xebitî. Têkiliya wî ya yekem a bi muzîkê re jî li vê dikanê û bi tembûra ku bavê wî di 6 saliya wî de jê re kirîbû destpê kir.

Koça ber bi Stenbolê ve

Piştî ku bavê wî di sala 1972yan de ji kargeha Sumerbankê teqawid bû, pirsgirêkên debarê yên malbatê girantir bûn. Ji bo jiyaneke baştir ava bikin û kar bibînin, malbatê biryar da ku ji Meletiyê koçî Stenbolê bike. Ahmet Kaya di 15 saliya xwe de rastiya giran a metropolan bi çavên xwe dît û têkoşîna jiyanê da. Ji ber rewşa aborî ya malbatê neçar ma ku dev ji dibistanê berde û ji bo piştgiriyê bide aboriya malbatê dest bi xebatê kir. Ev koçberiya ji Semsûrê ber bi Meletiyê û ji wir ve jî ber bi Stenbolê, di hiş û hestên wî de şopeke kûr hişt û di salên pêş de bû mijara gelek stranên wî yên li ser xerîbî, ked û koçberiyê.

Salên 1980yî û girtîgeh

Piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê, li Tirkiyeyê zextên giran li ser rewşenbîr, şoreşger û hunermendan dest pê kir. Ahmet Kaya jî di vê pêvajoyê de ji ber çalakiyên xwe yên siyasî û têkiliyên xwe rastî zextan hat. Di destpêka salên 1980ê de di operasyoneke polîsan de hat girtin. Ahmet Kaya nêzî 3 mehan di zindanê de ma. Wî di wê demê de êş û zehmetiyên girtiyan ji nêz ve dîtin. Piştî ku ji zindanê derket, ev ezmûn û zextên serdema darbeyê bûn bingeha muzîka wî ya protest û di sala 1985an de albûma xwe ya yekem a bi navê “Ağlama Bebeğim” derxist.

Xebatên wî yên muzîkê, albûm û çavkaniya stranên wî

Ahmet Kaya di jiyana xwe ya hunerî de bi şêwazeke nû di qada muzîkê de cihê xwe girt. Wî di navbera salên 1985 û 2000î de gelek albûm derxistin. Piştî wefata wî jî gelek albûmên ku ji tomarên wî yên mayî hatibûn amadekirin hatin weşandin. Bi giştî zêdetirî 200 stranên wî di van albûman de cih girtin.

Çavkaniya sereke ya stranên Ahmet Kaya êşên civakî, jiyana karkeran, hesreta welêt, zindan û têkoşîna azadiyê bû. Ji bilî gotin û awazên bi xwe çêkirine, wî helbestên gelek helbestvanên navdar kirin stran. Bi taybetî helbestên helbestvanê Kurd ê ji Dêrsimê Yûsûf Hayaloglu di hunera wî de cihekî girîng girt. Her wiha wî helbestên Ehmed Arîf, Yilmaz Odabaşi, Nazim Hîkmet, Can Yucel, Attîla Îlhan, Nevzat Çelîk, Hasan Huseyîn Korkmazgîl û Sabahattîn Alî bi awazên xwe yên taybet xwendin û gihandin bi milyonan kesan.

Albûmên ku hatin qedexekirin

Di jiyana hunerî ya Ahmet Kaya de gelek berhemên wî rastî sansûr û qedexeyan hatin. Albûma wî ya yekem a sala 1985an a bi navê “Ağlama Bebeğim” piştî darbeya 12ê Îlonê wekî bixeter hat dîtin û belavkirina wê hat qedexekirin. Piştî nerazîbûnan qedexe rabû û stranên wî li her derê deng veda.

Her wiha albûma wî ya bi navê “Şarkılarım Dağlara” ku bi zêdetirî 2 milyon û 800 hezar hatibû firotin rastî qedexeyê hat. Ji ber gotinên di strana “Özgür Çağrı” de ku digot “Kekê te rojekê ji çiyê vedigere, tu yê hembêz bikî berxika min”, bi hinceta propagandaya rêxistinê kiriye, albûm hat komkirin û konserên wî hatin qedexekirin. Ji bilî van, strana wî ya bi navê “Kod Adı Bahtiyar” bi hinceta ku navê Bahtiyar navê kod ê gerîlayekî ye û stranên wekî “Hani Benim Gençliğim” û “Doğum Günün Kutlu Olsun” jî li herêmê bi hinceta ku dibin sedema buyerên civakî di radyo û televizyonan de hatin qedexekirin.

Gotina, ‘Ez ê stranek Kurdî bibêjim’ û êrîşên nijadperest

Di 10ê Sibata 1999an de, di şeva xelatdayînê ya Komeleya Rojnamegerên Magazînê de, Ahmet Kaya wekî hunermendê salê hat hilbijartin. Ahmet Kaya di axaftina xwe ya wergirtina xelatê de gotinên, ‘Ez vê xelatê ji bo Dayikên Şemiyê, ji bo kedkarên çapemeniyê û ji bo hemû gelê Tirkiyeyê digirim. Her wiha ez dixwazim tiştekî eşkere bikim; ji ber ku ez bi eslê xwe Kurd im, ez ê di albûma xwe ya nû de straneke Kurdî bibêjim û klîbekê jê re bikêşim. Ez dizanim ku li vî welatî mirovên wêrek hene ku dê vê klîbê biweşînin.” Bi lêv kirin. Piştî van gotinan, beşek ji kesên di salonê de kevçî û çetel avêtin ser wî û êrîşeke nijadperest pêk anîn. Ahmet Kaya li hemberî vê êrîşê û zextên piştî wê jî paşve gav neavêt û di hevpeyvînên xwe de diyar kir ku ew tu carî ji nasnameya xwe ya Kurd û daxwaza azadiyê poşman nabe.

Jiyana Ahmet Kaya a lî sirgûniyê dest pê kir

Piştî buyera şeva xelatdayînê derbarê Ahmet Kaya de doz hatin vekirin û bi salan cezayê zindanê lê hat birîn. Ahmet Kaya di hezîrana 1999an de neçar ma ku koçî Fransayê bike. Ahmet Kaya li sirgûniyê jî xebatên xwe yên hunerî û siyasî berdewam kirin. Ew bi civaka Kurd a li Ewrûpayê re hat ba hev û di gelek mîhrîcan û konserên Kurdan de derket ser dikê. Di konserên xwe yên li Ewrûpayê de her tim piştgirî da têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd. Ahmet Kaya di axaftinên xwe yên li ser dikê dikir de digot ku ew dengê gelê Kurd e û hesreta wî ya herî mezin ew e ku rojekê vegere welatê xwe û li Amedê konserekê bide. Hunermendê Kurd di 16ê Mijdara 2000î de, di 43 saliya xwe de li Parîsê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Père Lachaise ya Parîsê hat veşartin.

Mîrasa wî berdewam dike

Tevî ku 26 sal in ji nav me koç kiriye jî, deng û stranên Ahmet Kaya îro jî li kolan, mal, zindan û hemû qadên têkoşînê deng vedidin. Ew di nav civaka Kurd de ne tenê wekî hunermendekî, lê wekî sembola rûmet, wêrekî û xwedîderketina li nasnameya xwe tê dîtin. Helwesta wî ya di şeva xelatdayînê de ya ji bo zimanê Kurdî, di bîra civaka Kurd de cihekî taybet girtiye û bûye mînakeke dîrokî.

Îro bi taybetî nifşên nû û ciwanên Kurd bi stranên wî mezin dibin û bi saya berhemên wî dîroka têkoşîn, sirgûn û êşên gelê xwe nas dikin. Her wiha hunermendên ciwan ên Kurd şêwaza wî ya protest û wêrekiya wî ya li ser dikê ji bo xwe wekî çavkanî û mînak dibînin. Strana wî ya kurdî ya bi navê “Karwan” jî îro li seranserê Kurdistanê û li cîhanê wekî nîşaneya hesreta wî ya ji bo welêt û zimanê dayikê di dilê gelê Kurd de dijî.

Etîket: ahmatkayaFransa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekar û mamoste dê li Fransayê careke din dakevin qadan

Xwendekar û mamoste dê li Fransayê careke din dakevin qadan

10 MIJDAR 2026
Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

27 COTMEH 2026
Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

Nerazîbûnên li Fransayê zêde dibin serdestan ditirsîne

24 COTMEH 2026
Fransa li ser pêya ye: Daxwaz jiyaneke wekhev û birûmet e

Fransa li ser pêya ye: Daxwaz jiyaneke wekhev û birûmet e

21 COTMEH 2026
Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

15 TÎRMEH 2026
Kûpaya Cîhanê: Nîvefînalîsta yekemîn bû Fransa

Kûpaya Cîhanê: Nîvefînalîsta yekemîn bû Fransa

10 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dikandar û karkerên li Stenbolê ji rewşa aboriyê bi gilî û gazinc in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sûrê paneleke watedar hate lidarxistin: Em ê bîra Sûrê biparêzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du xwişk û sozek: Ji bo Kurdistanê têkoşiyan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Avahiyên ji serdema Ûrisan mane Qersê dixemilînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Qersê amadekariya zivistanê ku 7 mehan diajo tê kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne