Ciwanên ku tev li konferansa YCK-KURD a Serhedê bûn destnîşan kirin ku li dijî şerê taybet pewîst e ku ciwan xwe rêxistin bikin û ji bo xebeta civaka demokratîk banga tevlibûna xebatên YCK-KURDê li ciwanan kir.
Yekîtiya Ciwanên Komînalîst (YCK-KURD) ya Serhedê, bi dirûşma “Dema serkeftinê ye” li eywana Baroya Wanê konferansek li dar xist. Ciwanên ji bajarên herêma Serhedê hatin bi cil û bergên Kurdewar tev li konferansê bûn. Ciwanan di konferansê de li ser daxwaz û hewldanên ku ji bo sibêrojê didin pêşiya xwe nîqaş kirin. Weke çareserî rêxistinkirina ciwanan û komînbûyîna civakê rave kirin.
Ciwanên ku tev li konfarensê bûn fikir û ramanên xwe yên li ser konferansê û pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji ajansa me re anîn ziman.
‘Ji bo civakeke demokratîk divê ciwan xwe rêxistin bikin’
Ciwanên ku tev li konferansê bûn diyar kirin ku daxwaz û armanca wan ji bo avakirina civakeke demokratîk rêxistinbûyîn û avakirina komînan e. Her wiha ciwanan destnîşan kir ku ji bo civakeke azad û polîtîk divê di serî de ciwan xwe rêxistin bikin û ev yek lê zêde kirin: “Pêvajoya ku ji aliyê Rêber Apo hatiyê destpêkirin, di pêşengiya ciwan û jinan de wê bigihije armanca xwe. Ciwan divê di her warî de komînên xwe ava bikin û xwe li ber şerê taybet biparêzin.”
‘Divê ciwan tev li xebatên YCK-KURDê bibin’
Ciwanan da zanîn ku desthilata Tirkiyeyê bi şerê taybet dixwaze ciwanan bixe nav qirêjiyê. Ciwanan bi lêv kir ku wê li dijî tiryak û fihûşê têbikoşin ku ew kiryar polîtîkbûn û azadiya ciwanan teng dike û wiha vegotin: “Divê ciwan werin tev li xebatên YCK-KURD bibin. Ji zaningehan heta taxan divê ciwan li dijî girejiya di nav civakê de bê derxistin.”
‘Armanca YCK-KURD azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Ciwanan anî ziman ku armanca wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û avakirina civaka demokratîk e. Ciwanan diyar kir ku ji bo sibêrojeke azad pedivî bi avakirina komînan heye û banga tevlibûna xebatên YCK-KURDê li ciwanan kir.














