Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” de axivî û diyar kir ku her civak kirdeya pêvajoyê ye û got: “Ya herî girîng ew e ku her kirdeyên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidinê.”
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li eywana navenda TUMBEL-SEN a navçeya Çankaya ya Enqereyê panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk” li dar xist. Panel bi rûniştina dûyemîn a bi sernavê “Ji dinyayê û Tirkiyeyê pêvajoyên aştiyê” ve dom kir. Moderatoriya vê rûniştinê endama OHDê parêzer Berfîn Babaoglu kir û Pisporê Têkiliyên Civakî yê navneteweyî Celîl Kaya û parêzvanê mafê mirovan Ahmet Faruk Unsal jî wek axivêr tev li panelê bûn.
Di serî de Celîl Kaya axivî û li ser bandora pêvajoyê ya li qada navneteweyî û dewletên navneteweyî rawestiya û qala mînakên pêvajoyên çareseriyê yên navneteweyî kir. Celîl Kaya bi lêv kir ku di pêvajoyên çareseriyê de ya herî girîng, aqûbeta piştî çareseriyê ye û got ku heke entegrasyona demokratîk nebe, pêvajo dikarê bêbandor bibe û têk biçe.
Pêvajoya 2013an û a niha
Parêzvanê mafê mirovan Ahmet Faruk Unsal pêvajoya çareseriya ya sala 2013an bi bîr xist û wiha axivî: “Heke em zextê li desthilatê nekin ku gavan biavejin, kesên li dijî pêvajoyê dê karibin bandor bikin. Dema li geşedanên cîhanê dinêrin hem dewlet û hem jî rêxistin neçarî pêvajoyeke bi vî rengî man. Dewlet û rêxistin hatin asta muzakereyê û dewlet careke din çû deriyê Ocalan. Di pêvajoya 2013an de heyeteke çavderiyê ya xweser ava bibûna, dikarî zextê li ser aliyan bike ku pêvajo xirab nabe. Lê di vê pêvajoyê de jî heyetek çavderiyê pir girîng e. Di vê pêvajoyê de li meclise komîsyoneke çavderiyê dê be avakirin û ew komîsyon dê venêrîna pêvajoyê bike. Ji bo wê jî ew komîsyon pir girîng e.”
Piştî axaftinan rûniştin bi pirs û bersivên li ser mijarê bi dawî bû.
Panel bi rûniştina 3an a bi sernavê “Civakîbûna aştiyê” ve berdewam kir. Sila Delîoglu di vê rûniştinê de moderatorî kir û Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş û Serokê Giştî yê Însiyatîfa Mafan parêzer Şakîr Çalişkan jî wek axiver beşdar bû.
‘Aştî ne tenê avakirina masayê û muzakereyê ye’
Di destpêke de Meral Daniş Beştaş axivî. Meral Daniş Beştaş bi lêv kir ku armanca wan ew ê ku pêvajoyê civakî bikin û wiha axivî: “Gelek rexne û pirs li ser pêvajoyê hene. Dibêjin desthilat dê çawa çareseriyê bînê. Lê di xwezaya pêvajoyê de jî ew yek heye ku pêvajo bi desthilatê re tê nîqaşkirin. Ew desthilat me ne hilbijartiye. Aştî ne tenê avakirina masayê û muzakereyê ye. Aştî; rakirina astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî, qetilnekirina karkeran û pêkhatina mafan e. Ji bo wê jî ya herî girîng ew e ku hemû kirdeyên civakê tevlî vê pêvajoyê bibin û piştgiriyê bidin. Heke îro masayek hebe ew masa di encama têkoşîna demdirêj e. Ji bo wê divê em vê masayê pir mezin jî nekin lê nexîn binê erdê jî. Ew masa girîng e. Lê têkoşîn ranewestiyaye û berdewam dike. Divê bi yek alî em nêzî vê meseleyê nebin. Hê jî zimanê aştiyê belavî tevahî civakê nebûye. Hê jî desthilat bi zimanê ‘terorê’ pêvajoyê bi nav dike. Me di komîsyonê de jî got; em vî zimanî red dikin û divê zimanê aştiyê be avakirin. Guherîna vî zimanî bandor li ser civakê jî dike û civakê jî diguherîne. Ji bo avakirinê zimanê aştiyê peywîreke mezin dikevê li ser milê me hemûyan. Her kes kirdeyê vê pêvajoyê ye û divê her kes gotina xwe bike.”
‘Xala herî girîng pêvajoyê civakîkirin e’
Parêzer Şakîr Çalişkan jî anî ziman ku weke înîsiyatîf ew di sala 2012an de forumekê li ser Kurdan li dar xist û di wê forumê de jî weke encamname destnîşan kir ku divê hemû mafên Kurdan werin pêkanîn. Şakîr Çalişkan destnîşan kir ku tevî çend sal li ser pêkanîn forumê derbas bûnê jî ew encamnamê niha jî derbasdar e û wiha got: “Heke em vê pêvajoyê nekin civakî û li benda siyasetê bihêlin, siyaset dê li gor berjewendiyên xwe tevbigere. Ji bo wê xala herî girîng pêvajoyê civakîkirin e. Civakîkirin jî li gor hemû beşên civakê ye ku bi awayekî divê were fêmkirin û li gorî wê ziman were avakirin. Madem dewlet dixwazê aştiyê pêk bîne divê di xutbeyên înê de jî van gotinan pêk bînê. Em ê bi ser civakîkirina aştiyeyê xebatên xwe bidomînin.”
Panel paxaftinan bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.














