Enqere – Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur ji Girtîgeha Sîncanê ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” ku ji aliyê OHDê û HDKê ve tê lidarxistin re peyam şand û got: “Stratejiya çareseriyê ya berfireh a tevgera siyasî ya Kurd nîşan dide ku dikare di nav aramiyê de seqamgirî û bextewariya gelên herêmê dabîn bike û pêşerojeke demokratîk a hevpar ava bike.”
Siyasetemdarê Kurd Nazmî Gur li Girtîgeha Sîncanê ji panela “Ji qanûna çarçoveyî zêdetir aştî, edalet, azadî û civaka demokratik” ku ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) ve tê lidarxistin re peyamek şand.
Peyam wiha ye:
“Beşdarên Hêja yên Panelê,
Ez hemû kesên ku keda wan di lidarxistina vê civîna biwate de heye bi dil û can silav dikim; hêvî dikim ku panela me bibe wesîleya zemîneke nîqaşê ya berhemdar, bihêz û xwedî encamên mayînde. Ez van nirxandin û notên ku min ji Zindana Tîpa F a Hejmar 2 a Sîncanê parve kirine pêşkêşî we dikim:
‘Bila em qet bi tirs muzakereyê nekin, lê bila em ji muzakereyê jî qet netirsin.’
(John F. Kennedy – 1961)
Qanûna bi hejmara 7595 a li ser ‘Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Entegrasyona Civak’, piştî ku di 10ê Tebaxa 2026an de li Meclisê (TBMM) hat qebûlkirin, di 18ê Tebaxa 2026an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin û ket meriyetê. Berevajî bendewariyên di nav civakê de, her çend taybetmendiya ‘qanûna çarçoveyê’ an jî wekî pênaseya Abdullah Ocalan “qanûna kok / bingehîn” di xwe de nehewîne jî, wekî ku Ocalan bi xwe jî diyar dike “gava yekem a rêyeke dirêj a hezar kîlometreyî ye” û dê tevkariyê bide vekirina riya “çareseriya demokratîk”.
Stratejiya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku Abdullah Ocalan daniye holê, nîşan daye ku hem ji aliyê dewletê ve hem jî ji aliyê civaka Kurd ve ‘veguherîna demokratîk” pêkan e. Bi vî awayî, ne tenê li Tirkiyeyê, di serî de li Sûriye û Iraqê (û bê guman li Îranê jî), bi rêbazên aştiyane û demokratîk nîşan daye ku çareseriyeke siyasî ya pirsa Kurd mimkun e û bi vê nêzîkatiya nû xwedî helwesteke siyasî ya biryardar bûye. Bê şik, ev paradîgmaya nû ya ku ji bo Kurdan û gelên herêmê dîrokî û jiyanî ye, di nava pêvajoya du salên borî de rê li ber geşedanên ku dikarin hevsengiyên herêmî biguherînin vekiriye. Ev stratejiya çareseriyê ya giştgîr a tevgera siyasî ya Kurd nîşan dide ku dikare di nav aramiyê de seqamgirî û bextewariya gelên herêmê dabîn bike û pêşerojeke demokratîk a hevpar ava bike.
Geşedanên siyasî yên herêmî û navxweyî, û hevsengiyên nû yên li Rojhilata Navîn, di çareseriya pirsa Kurd de rewşeke pir dînamîk û guherbar derdixin holê. Di çareserkirina nakokiyan de li ber çavgirtina van pêvajoyên dînamîk û guherbaran gelekî girîng e. Lewra, di siruşta pêvajoyan de daketin û hilkişîn hene. Di tecrubeyên cîhanê û ya welatê me de jî mînakên ku tê de pêvajo ‘hilweşiyane’ pir in. Daketin, hilkişîn, hêdîbûn û krîz, parçeyekî ji ‘asayîbûna’ van pêvajoyan in; ya girîng ew e ku ev pêvajoyên dijwar bi başî bên birêvebirin.
Bingeha hin fikarên di cih de yên ku di rojên dawî de di raya giştî de wekî ‘pêvajo hêdî bûye, di pêvajoyê de xitimîn heye’ tên ziman, ji ber wê yekê ye ku dewlet û hikûmet lezê nadin pêvajoyê û xwe ji avêtina gavên berbiçav ên ku pêbaweriyê xurt dikin dûr dixin an jî wan dixin rewşa ‘bendewariyê’. Dûrketina ji tecrubeyên cîhanê bi nêzîkatiya pêvajoyeke çareseriyê ya ‘xwecihî û neteweyî’, ti feydeyê nade pêvajoyê. Komara Efrîqaya Başûr, ji bo jihevdexistina rejîma Apartheidê û ji bo lihevkirinê, rêya muzakereyan vekir û ‘Yekîtiya Neteweyî û Qanûna Teşwîqkirina Lihevkirinê (1995)’ derxist. Piştî vê yekê, muzakere li ser zemîna ku vê qanûnê ava kiribû hatin meşandin. Komara Efrîqaya Başûr di her fersendê de anî ziman ku ev tecrube ji pêvajoya çareseriyê ya Îrlandaya Bakur îlham girtiye û sûd jê dîtiye. Di rastiyê de, bêçekbûna IRAyê li Îrlandaya Bakur û ‘Peymana Înîya Xêrê’ (10ê Nîsana 1998an / Peymana Belfastê) di çareserkirina Pirsa Îrlandaya Bakur de wekî zemîneke girîng a lihevkirinê xizmet kir.
Tecrubeyên Efrîqaya Başûr û Îrlandaya Bakur ên ku me li jor behsa wan kir, ji aliyê girîngiya mîsogeriyên qanûnî û hiqûqî yên lihevkirina siyasî û çareseriya aştiyane ve, mînakên wisa ne ku em dikarin dersan jê wergirin û îlhamê jê bigirin. Her çend qanûna bi hejmara 7595an li gorî van her du mînakan di asteke pir ‘teng’ de hatibe girtin jî, dema ku em tevî ‘Rapora Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê’ ya TBMMê ya di 18.02.2026an de binirxînin, dê were dîtin ku ji bo ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ mîsogeriyeke hiqûqî û siyasî ya girîng – bandora wê kêm be jî – derketiye holê. Li vir peywira dîrokî ya aliyan girêdayî wan gavên “berbiçav” e ku ji bo dagirtina hundirê vê çarçoveya hiqûqî û siyasî biavêjin. ‘Muzakere’ya ku rewatî û qanûnîbûna xwe ji vê derê digire, hem ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê hem jî ji bo pêşkeftin û gavavêtineke rastîn a demokratîk peyva sereke ye.
‘Muzakere: nîqaşek e ku bi armanca çêkirina rêkeftinekê tê kirin.’ Ferhengên Oxfordê muzakereyê bi vî rengî pênase dikin. Bê guman em dikarin gelek pênaseyên din jî rêz bikin, lê bila ev ji bo me bes be. Di demekê de ku çek û şer ji dewrê derdikevin, ji bo çareseriyeke siyasî û demokratîk pêwîst e ‘alî’ ‘li hev bikin’, ji bo vê biaxivin, nîqaş bikin, yanî muzakereyê bimeşînin. Muzakere xwedî gelek qonax û qatan e.
Ya herî girîng ji van ‘civakîkirina aştiyê’ ye. Di pêvajoyên çareserkirina pevçûnan de, malbarkirina aştiyê ji bo civakê û dabînkirina tevlêbûna civakî, qada herî girîng a ‘muzakereyê’ ya ber bi serkeftinê ve pêk tîne. Beşdariya hemû çîn û beşên civakê, raman, ked û tevlêkirina dengê wan, bingeha ‘pêvajoya muzakereyê’ bi xwe ava dike. Ji bo armanceke hevpar (ji bo aştiyê) hatina cem hev a cudahiyan û afirandina atmosfereke azad û demokratîk a nîqaşê pêdiviyek e. Ji bo serkeftina muzakereyên siyasî û her wiha ji bo rakirina travma û wêraniyên serdema şer, tevlêbûna civakî mecbûrî ye. Dema ku ber bi aştiyeke mezin û lihevkirinê ve gav têne avêtin, hewldaneke domdar û biîstiqrar ji bo serkeftina pêvajoyê hewce ye.
Ji ber vê yekê, bi sûdwergirtina ji ezmûnên cîhanê û bi xebatên akademîk ên berawirdî, zengînkirina bîrdozî û ezmûna me ya di riya heqîqet û edaletê de dê tevkariyeke mezin çêbike.
Bi awayekî şexsî, li ser bingeha zanyarî û tecrubeyên xwe divê ez bibêjim ku:
‘Pêvajoyên derbasbûnê’ yek ji qonaxên herî biêş ên çareserkirina nakokiyan pêk tînin. Edaleta Serdema Derbasbûnê, Hevrûbûna bi Raboriyê re, Edaleta Çakkirinê, rewşa girtiyên siyasî, demokratîkbûn, ji nû ve avakirina serweriya hiqûqê, dadweriya dadperwer û bêalî, dabînkirin û garantîkirina mafên aborî, siyasî û civakî û parastina wan, geşepêdana herêmî, pirsgirêkên jîngehê û parastina jîngehê û hwd. xalên rojevê yên sereke ên muzakereya ku dê li ser van qadên bingehîn were meşandin pêk tînin. Tenê baldana li ser ‘bêçekbûnê’, çareseriya van pirsgirêkên bingehîn ên ku min rêz kirine û yên bi dehan ku ez dikarim lê zêde bikim paşve dixe, lewma jî bêçareseriyê xwedî dike. Ji ber vê sedemê, hin derengmayîn û taktîkên mijûlkirinê dê wê wateyê bidin ku bendewariya aştiyê ya civakê ji bo pêşerojê tê taloqkirin, ev jî nêzîkatiyeke ku nayê qebûlkirin e.
Bê guman ‘aliyê bêçekbûnê’ yê vê pêvajoyê jiyanî ye. Lê belê hewqasî jî jiyanî ye ku demokratîkbûn, maf û azadî bikevin bin mîsogeriya destûrî. Yek ji wan mijarên ku dê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çareseriyê bilezîne û hêzeke nû bide wê jî ew e ku wekî yek ji aliyan û muxatabê sereke, ewlekarî û azadiya Abdullah Ocalan di demeke herî zû de were dabînkirin. Pêwîst e ku bi hukmê qanûna bi hejmara 7595an re ‘Lijne’ ya ku di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar de hatiye avakirin û ‘bine-lijneyên’ ku di civîna yekem a vê lijneyê de hatine diyarkirin, di demeke herî kin de bikevin dewrê û bixebitin. Qebûlkirin û ragihandina pozîsyon û statuya Ocalan a bi sifeta muzakerekarê sereke di zûtirîn dem de, dê bibe yek ji xalên herî girîng ên werçerxanê di pêvajoya çareseriyê ya ku tê meşandin de.
Ji ber vê yekê, xistina meriyetê ya hemû rêzikên dadî, îdarî û qanûnî yên ku di xala 7emîn a bendên 1, 2 û 3yan ên qanûna hejmar 7595an de hatine destnîşankirin, hewcedariya qanûnê û encama lihevkirina mezin a siyasî ya ku li TBMMê pêk hatiye ye.
‘Aştî û Civaka Demokratîk’, paradîgmaya bingehîn a guherîn û veguherîna demokratîk pêk tîne. Wekî ku nivîskarê hêja Yaşar Kemal dibêje, tacîdarkirina vê pêvajoyê bi ‘Aştiya Mezin’ û gihandina wê ya serkeftinê, wekî peywireke dîrokî li ber me radiweste.
Ez hêvî dikim ku panela we bi serkeftî derbas bibe û bi dilgermî we hemûyan silav dikim.”













