Dayikên Şemiyê di hefteya 1129emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Bekîr Demîr ku di 13yê Cotmeha sala 1993yan de hatibû windakirin, pirsîn û wiha gotin: “Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne.”
Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1129emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDya Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bekîr Demîr ku di 13yê Cotmeha sala 1993yan de hatibû windakirin, hate pirsîn.
Daxuyaniya vê hefteyê endama ÎHDa Stenbolê Zeynep Yildiz xwend.
‘Wî siwarî wesayîtê kirin û birin’

Zeynep Yildiz anî ziman ku di hefteya 1129emîn de ji bo heqîqetê li vir in û wiha got: “Bekîr Demîr 29 salî û bavê 4 zarokan bû. Ji Êlihê bû û li Edeneyê dijiya. Li otogarê wekî ajokarekî taksiyê dixebitî. Hevalên wî yên kar Bekîr Demîr dawetî mala xwe ya li gundê Alacakepîrê, navçeya Pasûra Amedê kirin. Bekîr Demîr bi hevjîn û zarokekî xwe re çû gund. Di wê demê de Tugaya Bolûyê ya di bin fermandariya Yavûz Erturk de li herêmê operasyonan li dar dixist. Di 13yê Cotmeha sala 1993yan de, 30 kes li qada gund hatin komkirin. Bekîr Demîr, ji ber ku ne şêniyê gund bû, bi fermana fermandariya leşkerî siwarî wesayîtê kirin û birin. Hevjîna wî û şênîyên gund bûn şahidên bûyerê. Lê piştî wê rojê tu agahî ji Bekîr Demîr nehat bidestxistin. Malbatê serî li fermandariya leşkerî û cendermeyan da, lê tu bersiv nehat dayîn. Di salên 1995 û 2002yan de malbatê daxwazname ji Dozgeriya Komarê re şand. Dozgeriyê bersiva ‘wê demê li wir tu operasyon pêk nehatiye’ da. Tevî ku ewqas şahidên bûyerê hebûn jî ev bersiv hat dayîn. Di daneyên Fermandariya Komandoyê ya 2yan a Bolûyê de derket holê ku operasyon pêk hatiye.”
‘Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne’

Zeynep Yildiz destnîşan kir ku li gorî îfadeyên şahidan, Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê di 3yê Mijdara 2014an de ji ber demboriyê biryara nehewcedariya darizandinê da û wiha axivî: “Îtiraza malbatê jî di 5ê Adara sala 2015an de hate redkirin. Dozgeriya Leşkerî di 6ê Mijdara sala 2011an de arşîva Fermandariya Komandoyê ya 2yan a Bolûyê xwest, lê fermandarî arşîvê bi hinceta ku avahiya arşîvê di bin avê de maye, neda. Bi vî awayî, kîjan fermandar tevî operasyonê bûne, derneket holê. Malbatê doz bir Dadgeha Bingehîn, lê dadgehê di 7ê Sibata sala 2015an de ji ber biryara demboriyê serlêdan qebûl nekir. Ev 33 sal in em li pey heqîqetê ne.”
Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.













