Serokê Desteya Rêxistin û Çavdêriya Bankeyan (BDDK) Şahap Kavcioglû ku navê wî tev li gendeliya fonê bûbû, îstîfa kir
Lêpirsîna derbarê krîz û gendeliya fonan de ku piştî daxuyaniya Dozgeriya Stenbolê ji bo Desteya Bazara Sermayeyê (SPK) di 19ê Tebaxê de dest pê kir û bi biryara SPKê ya di 17ê Îlonê de ji bo tasfiyekirina 131 fonan derket holê, berdewam dike. Piştî ku bûyer belav bû, li Tirkiyeyê kriz û gendeliya fonê bû rojeva sereke.
Serokê Desteya Desteya Rêxistin û Çavdêriya Bankeyan (BDDK) Şahap Kavcioglû piştî lêpirsînên tên bi rê ve birin, îstîfa kir. Şahap Kavcioglû, îstîfakirina xwe li ser hesabê xwe yê medya dijîtal ji raya giştî re ragihand.
Hêjayî gotinê ye ku navê Şahap Kavcioglû jî tev li gendeliya fonê bûbû.










