Li Hewlêrê ji ber barana zêde lehî rabû û 2 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Gelek avahiyan di lehiyê de zerar dît û ajokarekî makîneya kar Muhammed Resûl (28) ku hewl dida alîkarî bide gel û zarokê 5 salî yê bi navê Mustafa Serkeft, jiyana xwe ji dest da.
Di lehiyê de bi sedan kargeh û xaniyên gel zerar dît û ji ber lehiyê li Hewlêr, Silêmanî û Kerkûkê perwerde hat rawestandin.













