Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) daxuyand ku derbarê 2 endamên wan ên li li bajarê Urmiyeyê hatine girtin de agahî nayê wergirtin.
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên rejîma Îranê du endamên wan ên bi navê Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş li bajarê Urmiyeyê girtine û derbarê wan de agahî wergirtin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gorî gotinên zarok û malbatên van her du çalakvanan, tevî ku di serdegirtina wan re gelek meh derbas bûne jî tu agahiyeke zelal derbarê cihê girtinê, rewşa tendurustî û çarenûsa wan de di dest de nîne; her wiha saziyên ewlehî û dadwerî derbarê çarenûsa jinên çalakvan de tu agahî nadin.
KJARê hişyarî bertek nîşanî rejîma Îranê da û wiha got: “Windakirina bi zorê û bêbeşkirina girtiyan ji mafê hebûna parêzer, peywendiya berdewam û hevdîtina bi malbatên wan re, binpêkirina pîvanên yasayî û navneteweyî ye. Divê demek ji ya din zûtir cihê girtina Zehra Pîrdehqan û Perwîn Rasiq Qizilbaş bê eşkererekirin, tendurustî û mafên wan ên yasayî bên misogerkirin.”
Endama Kjarê Zehra Pîrdehqan a 32 salî û ji Çaldiranê di 25ê Hezîranê de û Endama KJARê Perwîn Rasiq Qizilbaş a 33 salî û ji Makûyê di 28ê Hezîranê de li bajarê Urmiyeyê hatibûn girtin.













