Qers – Malbata Artuer a ku li bajarokê Bazarcixê dewaran xwedî dikin destnîşan kirin ku ew ji bo bikaribin sewalkariyê bikin di înşaatan de dixebitin û gotin ku her çiqas zehmet be jî ew ji vê jiyanê hez dikin.
Avhewaya Qersê ji ber ku ji bo çandiniyê ne guncav e, sewalkarî li vir pêş ketiye. Deşt û mêrgên li vir ji bo xwedîkirina sewalan dibe derfeteke mezin. Havînan dewar di van zozan û mêrgan de diçerin. Dema ku dibe sir û seqem dewar di tevlan de tên xwedîkirin. Herêma Qers û Erziromê zêdetir dewarên mezin ên weke çêlek, ga, gameş û conega tên xwedîkirin. Sewalên biçûk ên weke pez, bizin û mih jî tên xwedîkirin lê weke dewarên mezin zêde nîn in. Çandiniya vê derê jî li ser xwedîkirina sewalan e. Dema payîz tê li Qersê sewal dikevin tewlan û di hundir de tên xwedîkirin. Gelek welatî bi vî awayî dewarên xwe xwedî dikin.
Malbata Artuer a li bajarokê Bazarcixê ya Qersê dewaran xwedî dikin ji jansa me (AW) re qala hurgiliyên xwedîkirina dewran kirin.
Ji bo xwedîkirina dewaran kedeke mezin didin

Ji malbatê Emrah Artuel di despêka axaftina xwe de bal kişand ser zehmetiyên xwedîkirina dewaran û wiha axivî: “Li welatê me herî zêde sewalkarî tê kirin. Gelek tişt bûha bûne, nexweşiya tebekê ketiye nav dewaran. Dewarên me dimirin dewlet alikariya me nake. Me sîgorta jî çêkiribû lê hin hincet derxistin û ev zirarê ku gihiştiyê me pêşwazî nekirin. Li vir dewar di meha 10an de dikevin hundir û heta biharê di hundir de ne. Piştre diçin zozanan, zozanên me jî ewqas zêde nîn in. Gavan diçin ber dewaran û êvaran vedigerin gund. Dewar havînê li çiyê namînin. Ez û hevjîna xwe di seat 5 û nîvan de ji xew radibin û diçin nav dewaran. Alif didin, paqijî dikin heta seat 9an û careke din di seat 2yan de bi dewaran re eleqedar dibin heta seat 5an.”
‘Sewalkarî bi tena serê xwe têrî debara me nake’
Emrah Artuer anî ziman ku ew neçin li derve nexebitin sewalkarî bi tena serê xwe aboriyekê ava nake û wiha pê de çû: “Ka û giyayê ku em didin dewaran û yên zozanan taybet e, ji ber ve jî goştê dewarên me bi nav û deng e. Dewarên vê derê tev li hev bûne. Sîmental û dewarên xwecihî hene. Ev jî tev li hevdû bûne. Em ji bo zivistanê giya diçînin. Ew jî kareke zehmet û biha ye. Çandin, rakirin û komkirina wê jî dibe zehmet û kedeke mezin. Em debara xwe bi tenê xwedîkirina dewaran nikarin bikin. Em diçin derve jî dixebitin. Mirovên li vê derê hemû jî diçin karê înşaatê dikin. Bi qezenca înşaatê em dikarin sewalkariyê bikin. Lêçûn gelek in, ji ber vê jî sewalkarî aboriyekê ava nake. Nexweşiya tebekê jî derketiyê dewar nayên firotin. Deynên xwedîkaran zêde ne. Divê çareseriyek bê dîtin.”
Mijûliya sewalkariyê gelek e

Ji malbatê Aynur Artuer jî derbarê xwedîkirina dewaran de axivî û destnîşan kir ku hûrgiliyên xwedîkirina dewaran zêde ne. Aynur Artuer diyar kir ku ew sibê zû di saet 5an de hişyar dibin û wiha got: “Em ji bo xwedîkirina dewaran erd û eraziyên xwe diçînin. Heke têr neke ka û giya dikirin. Şîrê çêlekan li makînê dixin û penîr û rûn çêdikin. Ji bo zivistanê çîçal, qeşar, torak û rûn berhev dikin. Heke me têra xwe berhef kir, yên mayî jî difroşin. Ewilî şîr li makîne didin û mencilokek şîrê ji makînê derdikeve dihêlin ku tirş bibe. Ev şîrê tirş bi du mencilokên şîrê şêrîn ve tevlihev dibe û dibe çîçal. Bi vî awayî em hesilê xwe hildidin. Berê eyar hebûn me hesilê xwe di eyaran de çêdikir, lê niha zêdetir şot heye. Eyar jî ji çermê pez çêdibe. Çermê pez hişk dibe û piştrê tê şûştin û binê wê tê dirûtin. Dû re penîr dikin di hundirê eyar de û tê de dimîne.”
‘Mirov ji ku derê hez bike li wir bextewar dibe’
Aynur Artuer di dawiya xaftina xwe de bi lêv kir ku her çiqas jiyana wan zor û zehmet bê jî ew ji vê jiyanê hez dikin û wiha bi dawî kir: “Li ber nexweşiya tebekê dewarên me jî mirin, çendan jî ber avêt. Çêlekek jî menenjît derbas kir, em neçar man ku serjê bikin. Niha çêlekên me avis in û dê di meha çile û sibatê de bizên. Di meha hezîranê de jî ji bo çerê derdikevin deştan. Dewarên xwe tev li nexirê (garan) dikin û heta saet 5-6an diçerin û tên hindir. Her êvar û sibeyan em dewarên xwe didoşin. Zivistanê jî ji xwe dewar di hundir de ne. Weke din jî bi malê û zarokan re eleqedar dibim. Mirov ji ku derê hez bike li wir bextewar dibe. Em welatê xwe hez dikin.”


















