• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Dayikên Şemiyê: Çi bi serê Alî Tekdag hat?

    Heyetê Rayraberdişê Merkezî yê DEM Partî bi hawayêko awarte kom beno

    DEM Partî di Roja Zimanê Lazî de xwest zimanên zikmakî bên misogerkirin

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Girtiyê nexweş Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    Rojnameger Haşîm Abak 4 roj in di binçavan de ye

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 7ê MIJDARA 2026an

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Stenbol / AW

7 MIJDAR 2026 - 12:32
Kategorî: ROJANE
A A
Dayikên Şemiyê di hefteya 1128emîn a çalakiya xwe de aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13yê Mijdara sala 1993yan de hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn.

Dayik/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila windakirî werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1128emîn de li Qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag ê ku di 13yê Mijdara sala 1993yan de hatibû binçavkirin, pirsîn.

Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Umît Dîşlî xwend.

‘19 caran hat binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne’

Umît Dîşlî anî ziman ku Alî Tekdag di sala 1982yan de bi hinceta ‘endamê rêxistinê’ ye hate binçavkirin û 3 sal di girtîgehê de ma û wiha got: “Ji ber ku her roj polîsan diavêt ser mala wî paşê neçar ma koçî Îzmîrê kir. Lê di demek nêz de vegeriya Amedê. Piştî vegeriya Amedê gefên polîsan ên li ser Alî Tekdag berdewam kir. Di 12yê Sibata 1993yan de birayê wî Mehmet Tekdag hat kuştin. Alî Tekdag di 13yê Mijdara 1993yan de dema bi hevjîna xwe re li Deriyê Çiyê bû ji aliyê 4 kesên ku di destê wan de telsîz hebû, hate binçavkirin. Alî Tekdag heta roja ku hate windakirin bi giştî 19 caran tê binçavkirin û bi îşkenceyan re rû bi rû dimîne.”

‘Alî Tekdag digot agahî bidin malbata min dê min bikujin’

Umît Dîşlî destnîşan kir ku dema Alî Tekdag hat binçavkirin nêzî cihê bûyerê polîsên trafîkê hebûn lê tu tişt nekirin û wiha axivî: “Hatîce Tekdag serî li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê da lê gotin bûyer nû ye paşê were. Piştî 3 rojan her roj çû lê tu agahî nedane. Seyfettîn Demîr ê ku li gel Alî Tekdag di heman demê hatibû binçavkirin ji rojnameya Ozgur Gundem re axiviye û gotiye ‘ez bi Alî Tekdag re hatim binçavkirin û Alî Tekdag digot agahî bidin malbata min dê min bikujin’. Lê dozgerî got; tenê dosyeya Seyfettîn Demîr heye lê dosyeya Alî Tekdag tune ye. Endamekî JÎTEMê paşê axivî û gotibû 120 roj îşkence li Alî Tekdag hatiye kirin û paşê wî birine avêtine ser rêya navçeya Farqînê ya Amedê. Malbata Tekdag serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da û dadgehê Tirkiyeyê mehkûm kir. Tevî vê yekê jî agahî ji Alî Tekdag nehat girtin.”

Çalakî li qadê bi danîna qurnefîlan bi dawî bû.

Etîket: Alî TekdagDayikên Şemiye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

10 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026
Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

Hezar û 122 hefte nin li edaletê digerin

26 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

Dayikên Şemiyê: Bêyî heqîqetê edalet û aştiyeke mayinde pêk nayê

8 TEBAX 2026
Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî Qada Galatasarayê

Dosye 3: Li Stenbolê qadên dorpêçkirî
Qada Galatasarayê

27 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne