Girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku li nexweşxaneyeke taybet a Enqereyê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Tuncer Saglam ku di sala 2024an de li Wanê bi hinceta “propagandaya rêxistinê” hatibû girtin, li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqereyê jiyana xwe ji dest da. Tuncer Saglam ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dihat girtin, piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê xirabtir bû di 9ê Cotmehê de sewqî Girtîgeha Hejmar 2 ya Sîncanê ya Enqereyê hat kirin. Hat ragihandin ku Tuncer Saglam ê ev 25 roj bûn li Nexweşxaneya Bajêr a Etlîkê ya Enqereyê dihat dermankirin, piştî xirabtirbûna rewşa wî hat entûbekirin.
Tuncer Saglam îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Tê payîn ku cenazeyê Tuncer Saglam piştî kar û barên otopsiyê ji Enqereyê bînin Wanê û li gundê Kolo yê girêdayî navçeya Qelqeliyê veşêrin.













