• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
06 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

    Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

    Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berf bariya

    Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berf bariya

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Konferansa PENa Kurd: Divê rewşenbîr rola xwe ya pêşengtiyê bilîzin

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

    Dadgehên Îranê cezayê darvekirinê li 5 xwepêşanderan birî

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJAyê li Îzmîrê starta 25ê Mijdarê da

Îzmîr / AW

6 MIJDAR 2026 - 21:00
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Li Îzmîrê bi pêşengiya jinan, bi dirûşmeya “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” ji bo çalakî û bernameyên ku dê di 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de bên lidarxistin start hate dayîn.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi beşdariya siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û jinan, li sûka Karşiyakayê ya Îzmîrê ji bo 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî meşek li dar xist. Piştî meşê li ber ÎZBANa Karşiyakayê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e” hate vekirin û dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berz kirin. Daxuyaniya bi Tirkî ji aliyê Nîlay Guleser ve, daxuyaniya bi Kurdî jî ji aliyê Emîne Bozdag ve hate xwendin.

‘Em hişmendiya darazê ya mêran qebûl nakin’

Nîlay Guleser diyar kir ku ew ê li hemberî polîtîkayên tundî û qirkirinê yên sîstema serdest a mêran, bi hêrs û berxwedana xwe li qadan bin û got: “Em her wiha dixwazin  malbat jî demokratîk bibin û nebin çavkaniya tundiyê, bibe çavkaniya aştî û jiyana wekhev. Tiştên ku îro li Îzmîrê diqewimin jî nîşaneya berbiçav ya vê pergala tundiyê ya serdest a mêran e. Ebrû Serep a ku li Seferihisarê ji aliyê  evîndarê xwe yê berê ve mala wê hate şewitandin, Pinar Guneş a ku li Çeşmeyê di êrîşa çekdarî de hate kuştin, parêzer Ozge Penbegûl a ku li Menemenê ji aliyê nişaniyê xwe yê polîs ve hate kuştin. Di nava çend hefteyan de dawî li jiyana sê jinan anîn. Em Mîhrîban Yilmaz a ku li Bornovayê piştî windabûnê hate hat fêm kirin ku hatiye kuştin û Denîz Poyraz a ku di êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya HDPê ya Îzmîrê de hate kuştin, ji bîr nakin. Aqûbeta Gulistan Dokû ya ku nehatiye ronîkirin, mirina bi guman a Rojîn Kabaîş, bêcezhiştina ku bû sedema mirina Îpek Er; em komkujiya jinan, mirinên bi guman û qirkirina jinan a ku bi navê xwekujiyê tê nixumandin, qebûl nakin . Em hişmendiya darazê ya mêran, kujeran bêceza dihêle û rê li ber lêgerîna edaletê digire, qebûl nakin. Em kuştina jinan ne weke bûyerên yekcarî, weke encama qirkirina jinan a sîstematîk dibînin.”

‘Li Kurdistanê di kesayeta jinan de nirxên civakî yên gel tên armanckirin’

Nilay Guleser da zanîn ku bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin, zarok û jinên ciwan dixwazin ji nirxên wan ên civakî bên dûrxistin û got: “Bi polîtîkayên rizandinê yên ku bi rêya hişbir, fuhûş, medyaya dîjîtal û çanda serfkarî belav dibin, têkiliya jin-zarok û nirxên civakî tên armanckirin. Bi qirkirina jinan re qirkirina civakê jî tê kûrkirin. Talankirina xwezayê bi polîtîkayên sermaye û dewlet-neteweyê re, her wiha dûrxistina jinan ji qadên jiyana xwezayî û hilberînê jî beşek ji vê siyasetê ya qirkirinê ye. Astengkirina zimanê dayikê bi polîtîkayên qedexekar, rêgirtina li ber jinan e ku bi zimanê xwe siyasetê bikin, parastina xwe pêk bînin û çanda xwe bijîn, di kesayeta jinan de armanckirina hebûna civakî ya gel e. Em ê parastina ziman, çand, xwezayê û qadên xwe yên jiyanê bidomînin.”

‘Divê em têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin’

Piştî daxuyaniya çapemeniyê siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak axivî û got: “Çawa ku piştî berxwedana Jîna Amînî ya li Rojhilat li çar aliyên cîhanê deng veda, îro em jî ji vê qadê bang dikin: Jin, Jiyan, Azadî! Tundiya mêran çawa ku li çar aliyên cîhanê hebe, berxwedana jinan jî li çar aliyên cîhanê heye. Jinên Kurd jî, tevgera jinan a li Tirkiyeyê hemûyan heta niha ji bo rawestandina tundiya li ser jinan têkoşîneke xurt meşand, ji vir şûn de jî em soz didin ku em ê têkoşîneke hê xurtir bidin meşandin. Em ê tundiya mêr bidin rawestandin. Ji ber vê yekê ez dixwazim ji vir, ji Îzmîrê, bang li hemû jinan bikim; çawa ku ev zîhniyeta serdest a mêran ji bo kuştina me tu cudahiyê nake, divê em jin jî di nava piştevaniyê de bin. Divê em jin jî bêyî ku cudahiyê bikin, mil bi mil, bi hev re têbikoşin û tundiya mêr, tundiya dewletê û bêedaleta ku tundiya mêr diparêze, bidin rawestandin. Ji ber vê yekê em jin, têkoşîna azadiyê ya jinan, têkoşîna aştiyê,  têkoşîna azadiyê ya gelan, têkoşîna wekheviyê û têkoşîna zimanê dayikê yek dibînin. Li ku derê newekhevî hebe, li ku derê neheqî hebe, divê em jin li hemberî wê mil bi mil rabin û têkoşîna xwe ya rêxistinî mezin bikin. Şer tundiyê rewa dike. Ji ber vê yekê divê hemû jinên li Tirkiyeyê aştiyê biparêzin. Divê em bi hev re azadî hem ji bo jinan, hem ji bo gelên me û hem jî ji bo zimanên me bi dest bixin.”

Piştî daxuyaniya çapemeniyê jinan govend gerandin. Piştî govendê çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

Girtiyê siyasî Çetîntaş rastî lêgerîna tazî û tundiyê hat

6 MIJDAR 2026
Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

Konferansa Wêje û Aştiyê: Divê rewşenbîr ji bo aştiyê bi civaka xwe re be

6 MIJDAR 2026
Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berf bariya

Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Qersê berf bariya

6 MIJDAR 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Mesele ji desthilatdariya AKPê mezintir e

6 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

Starta 25ê Mijdarê: Em ê li dijî bêcezakirinê bêdeng nemînin

6 MIJDAR 2026
Rapora MKGê ya meha Cotmehê: Çalakiyên rojnamegerên jin hîn tên krîmînalîzekirin

Rapora MKGê ya meha Cotmehê: Çalakiyên rojnamegerên jin hîn tên krîmînalîzekirin

6 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû nikare pêdiviyên xwe yên rojane bi tena serê xwe pêk bîne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran pankartên ‘Dema Serkeftinê’ hatin daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • PENa Kurd dê li Amedê Konferansa Wêje û Aştiyê li dar bixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mêşvan: Hingivê herî xweş ê di nav xilêfkê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Armanca Konferansa Wêje û Aştiyê ew e ku çavek sêyem têxe nav pêvajoyê’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Eregliyê pêkutiyên li ser girtiyan: Berdana 7 girtiyan tê asteng kirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne