Bedlîs – Îhsan Akgun û Ferhad Akgun ên ku mam û birazî ne, tev li Tevgera Azadiyê dibin û Îhsan di sala 1997an de, Ferhat jî di sala 2019an de jiyana xwe ji dest didin. Ferhad ji mamê xwe Îhsan bandor dibe û tev li têkoşîna azadiyê dibe.
Di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de gelek lehengên ku ji bo azadî û serxwebûna gelê xwe jiyana xwe dane hene. Îhsan Akgun (Şoreş Tetwan) Ferhat Akgun (Şoreş Tetwan) jî ji wan lehengan in ku ji bo azadî û rûmeta gelê xwe rêya têkoşînê hilbijartin. Îhsan Akgun (Şoreş Tetwan) û Ferhat Akgun (Şoreş Tetwan) ku di qeydan de bi heman navan hatine nivîsandin ku mam û birazî ne, li navçeya Tetwan a Bedlîsê di nava malbateke welatparêz de hatîn dinê. Îhsan Akgun di sala 1992an de tev li refên gerîla bû û di sala 1997an de jî şehîd dikeve. Ferhad Akgûn jî 2010an de tev li dibe û di sala 2019an de li navçeya Palo ya Xarpêtê şehîd dikeve. Ferhad ji mamê xwe Îhsan bandor dibe û dema tev li dibe, navê mamê xwe digire ser xwe.
Dayikên her du lehengan, bi hest û heskirin behsa bîranînên lawên xwe kirin.
‘Îhsan her dem alîkariya cîran û derdora xwe dikir’
Dayik Rabîa Akgûn ê derbarê kesayet û sekna lawê xwe Îhsan Akgun de diyar kir ku ew zarokekî pir hêja û jêhatî bû. Rabîa Akgûn da zanîn ku Îhsan pir mirovperwer bû û got: “Gava mezin bû, digot, Ez ê biçim sûkê û diçû cem cîranan û ji wan dipirsî gelo çi pêwîstiya wan heye yan na. Her tim alîkariya derdora xwe dikir. Îhsan her tim kilamek digot ‘Tivinga min, tivinga min, ez tu carî dest te bernadim tivinga min’. Min jê re digot Îhsan kurê min, niyeta te xirab e, barê jor barekî zef giran e, her kesek nikare hilîne, tu li vir xebatê bike. Lê belê ew dîsa jî rêya azadiyê hilbijart.”
‘Li ba Rêber Ocalan ma û vegeriya welatê xwe’
Rabîa Akgûn bal kişand ser pêvajoya piştî tevlîbûnê û çîroka vegerê ya lawê xwe û gotinên xwe wiha domand: “Îhsan di 1992an de çû, me gelek zehmetî kişand. Mirovekî pir hêja bû, bû fermandarekî mezin û piştre ji bo me agahî hat û gotin ku şehîd ketiye. Me bi awayekî serbest serxweşiya xwe danî, leşker bi ser me de nehatin. Piştre me bihîst ku şehît nebûye û çûye li ba Rêber Apo û du salan li cem wî maye. Me bihîst ku Îhsan li wir dengbêjî kiriye. Rêber Apo jê ra gotiye ‘Ez te ji xwe dûr nakim’, lê Îhsan jî gotiye ‘Ez dixwazim biçim welat’. Ew hat malê, me nizanibû, me digot qey şehîd ketiye. Birayên wî dîtibûn, lê bawer nekiribûn. Sê rojan li gel me ma, zivistan bû, berf zêde bû. Di kadînan de dima û nedihate malê. Carinan derdikete derve dinêrî. Me nedikarî xwarinê bidinê, me xwarin bi xefî dişand. Paşê em koçber bûn, em çûn Îzmîrê û min êdî Îhsan nedît. Ji xwe di sala 1997an de jî şehîd dikeve.”
Ferhat Akgun jî şehîdê malbatê ye
Dayika Ferhat, Seyhan Akgûn jî behsa dilsozî û alîkariya ku Ferhad di zarokatiya xwe de dida derdora xwe kir û anî ziman ku Ferhad zarokekî fedakar û bi rehm bû. Seyhan Akgun da zanîn ku dema ew zarok bû jî parvekirina bi derdora xwe re pir baş bû û ev yek anî ziman: “Gelek mirovekî bi rehm bû. Piştre mezin bû, çû dibistanê. Hevalên wî yên dibistanê gelek bûn. Mirov nizanibû ku Ferhad biçûk e, ji ber ku fikr û tevgerên wî yên mirovekî mezin bûn.”
‘Xwedî zanyariyeke mezin bû’
Seyhan Akgun behsa pêvajoya tevlibûna lawê xwe Ferhat kir û wiha pê de çû: “Min rojekê ji birayê xwe re got ku tevger û sekna Ferhad ji yên zarokên din cudatir e. Birayê min piştre hat û ji min re got ku Ferhad xwedî zanyariyeke mezin e. Ferhat di 15 saliya xwe de tev li bû. Ez çûm dibistana wî û min bi rêveberê dibistanê re axifî. Min got Ferhat kanê nahatîye dibistanê, got ku agahî ji wan re hatiye ku du xwendekar tev li PKKê bûne û dibe ku Ferhat jî yek ji wan be. Me wisa zanî ku Ferhat çûye.”
Piştî salan hev dibînin
Seyhan Akgun behsa hevdîtina xwe ya piştî salan a bi awayekî tesadufî kir û ev yek wiha parve kir: “Piştî 4-5 salan em li cihekî rastî hev hatin. Min dît ku ew li pêşiya min e. Me hev du hembêz kir. Min jê re got ‘ez li te digeriyam’, wî jî ji min re got ‘min nedizanî ku tu li min digerî’. Piştre me êdî hev du nedît.”
‘Me bi zehmetiyên mezin cenazeyê xwe wergirt’
Seyhan Akgun bal kişand ser zehmetiya wergirtina cenazeyê Ferhat û diyar kir ku Ferhat di meha Remezanê ya sala 2019an de li navçeya Palo ya Xarpêtê şehîd ketiye. Seyhan Akgun anî ziman ku wan nûçeya şehadeta wî di televîzyonê de dîtiye û got: “Em û malbat çûn Paloyê. Piştî testa DNAyê û zehmetiyên mezin me cenazeyê wî nas kir û wergirt. Polîs û leşker nehiştin ku em li gund bi awayekî azad cenazeyê xwe bişon, veşêrin û zext li ser malbatê çêkirin. Lê dîsa jî me bi awayekî cenaze sparte axê.”
‘Em naxwazin keda wan vala biçe’
Seyhan Akgun di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya aştiyê xwest êşa lawan nekeve dilê tu kesî û ev bang kir: “Êşa ewladan êşeke zehf zor e, xwedê nîşanî tu kesî nede. Em dixwazin ku keda van zarokan vala neçe û aştî û azadî ji bo vî welatî çêbibe. Em naxwazin tu dayikên din vê êşê bikşînin.”















