Serdana sazî, rêxistin û partiyên siyasî ji nobeda Dayikên Aştiyê re didome. Ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” serdana nobedê kirin. Dayikên Aştiyê ku di serdanê de axivîn diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe tiştek çareser nabe.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji nêzî 300 dayikan pêktê ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li parka Kurtuluşê ya navçeya Çankaya di nobedê de ne. Endam û nûnerên partî, sazî û rêxistinên civakî serdana konê dayikan kirin. Ciwanên Barikata Amedsporê ya Enqereyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” serdana nobedê kirin.
Dayikên Aştiyê ku li vir axivîn, bal kişandin ser pêvajoyê û gotin ku dewletê gavên pêwist neavetiye û ew dixwazin gavên pêwist bên avêtin. Her wiha dayikan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kirin û gotin: “Heta Serok azad nebe tiştek çareser nabe.”
Piştre jî li cihê nobedê govend gerandin û girsê dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî azad bike Rêbertî” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.













