Enqere – Bernameya sibe ya Dayikên Aştiyê ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo avetina gavên şênber ên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibûn li Enqereyê, diyar bû. Dayikên Aştiyê dê bi partiyên siyasî yên di parlamentoyê de ne sibê hevdîtinan bikin.
Meclisa Dayikên Aştiyê ku ji nêzî 300 dayikan pêk tê û ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avetina gavên şênber di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de werin avêtin hatin Enqereyê. Dayikên Aştiyê piştî daxuyaniya li Parka Meclisê derbasî Parqa Kurtuluşê ya li navçeya Çankayayê bûn û li vir kon vergirtin û dest bi nobede kirin. Dayik dê şevê di konan de derbas bikin û sibe jî li meclise serdana partiyên siyasî bikin.
Bernameya serdana Dayikên Aştiyê
Heyetek ji Dayikên Aştiyê sê sibê di seat 11:00an de ser navê Koma Yenî Partiyê, bi Serokwekîlê Koma Yenî Partiyê Alî Mahîr Başarir re hevdîtinê pêk bînin. Dayik dê di seat 12:00 an de jî ser navê Koma Yenî Yolê bi Serokwekîlê Komê Mehmet Emîn Ekmen re hevdîtinê bikin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê di seat 14:00an de jî ser navê Koma MHPê bi Serokwekîla Koma MHPê Fîlîz Kiliç re, hevdîtinê bike û di seat 15:00an de jî bi ser navê Koma AKPê Serokwekîlê Koma Abdullah Guler re hevdîtinê bike. Heyeta Dayikên Aştiyê dê di seat 16:00an de bi ser navê Koma CHPê bi Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Serokwekîla Komê Sevda Erdan Kiliç re hevdîtinê bikin.
Her wiha Dayikên Aştiyê ji Wezareta Dadê re jî daxwaza hevdîtinê kirine û li benda bersivê ne.













