Dayikên Aştiyê ku ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd ji bo pêvajoyê gavên pratîkî avêtine û bang li gelên Tirkiyeyê kirin ku ji bo aştiyê têbikoşin. Dayikên Aştiyê ji Tekîrdag û Stenbolê ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Dayikên Aştiyê ku bi mebesta avêtina gavên berbiçav ên di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, dabînkirina azadiya fîzîkî û statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya girtiyên siyasî beriya ku ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin, li Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Daxuyanî ji aliyê Dayika aştiyê Behiye Yalçin ve hat xwendin.
‘Banga me li hemû dayikan werin em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin’
Dayika Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû 2 sal in berdewam dike û got: “Hinek xitimîn di pêvajoyê de hene. Dayikên Aştiyê yên ji Tirkiye û Kurdistanê ji saetên sibehê ve berê xwe dane Enqereyê. Qaseke din em ê jî ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin. Sibê em ê hemû bibin yek û dest bi Nobeta aştiyê bikin. Bi gavên yekalî ne pêkan e ku pêvajo bi pêş bikeve. Ger li holê rewşeke aştiyê hebe, divê dewlet jî gavan biavêje. Di vê pêvajoya ku em tê de ne, tenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd bi pratîkî bersivê didin û ev yek wisa naçe serî. Em bang li dayikên Tirk dikin ku destê xwe dirêjî aştiyê bikin. Werin sibê serê sibehê me pêşwazî bikin û em bi hev re ji bo aştiyê têbikoşin.”
Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê bi tilîlî û dirûşmeyan ber bi Enqereyê ve bi rê ketin.
Tekîrdag-Stenbol
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê jî li Rêxistina Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi dayikên ji Tekîrdagê hatibûn re hatin cem hev û ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dayikên ku li vir kom bûn, li ber stranan govend gerandin û tilîlî kişandin.





















