Dayikên Aştiyê yên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ber bi Enqereyê ve diçin gihîştin Edeneyê. Dayikan daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeyên xwe anîn ziman.
Dayikên Aştiyê yên ku ji bajarên Amed, Wan, Sêrt, Riha, Colemêrg, Şirnex, Mêrdîn, Bedlîs û Êlihê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berê xwe dane Enqereyê, gihîştin Edeneyê.
Dayikan di rê de stran gotin, tilîlî kişandin û daxwaza xwe ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeyan anîn ziman.
Dayikên Aştiyê bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji Edeneyê derketin.

















