• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin  HATE NÛKIRIN

    Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

    Dayîkê Aştîye kewtî rayîr şonê Ankara

    Dayikên Aştiyê: Em ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa jinan bi dawî bû: An aştî an neman

Enqere / AW

1 MIJDAR 2026 - 19:09
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Konferansa jinan a “Em bi hev re pêşeroja diaxivin” piştî 2 rojan bi dawî bû. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel di girtina konfernasê de axivî, destnîşan kir ku piştî vê konferansê jî divê ew li her derê Tirkiyeyê xebatên bi vî rengî li dar bixînin. 

Konferansa jinan a “Em bi hev re pêşeroja diaxivin” ku li ser banga 80 jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademisyen, siyasetmedar û aktivîst hene li eywana Odeya Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankaya didome. Beşa dawî ya konferansê bi rûniştina 3yan a foruma “Em têkoşîna aştî û edaletê diaxivin” ve berdewam kir. Bîrcan Yorulmaz û Ceren Bayar di vê beşe de moderatorî kirin û hemû beşdarên forumê bi dorê mafê axaftinê girtin û fikir, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. 

Akademisyên Esra Çuhadar ku di vê beşê de axivî bi lêv kir ku dema qanûna çarçoveyî ket meriyetê ji bo vegera şervanên jin bernameyeke cuda jî bê lidarxistin û li ser pêdiviya wan be rawesstandin û got ku divê ew li ser komîsyonên bên avakirin zexte bikin ku ew yek pêk were. 

Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî bal kişand ser gavên di pêvajoyê de heta niha nehatinê avetin û got: “Civak ji me dipirse; Serokatî dê kengî bê berdan. Lê bersiva vê li cem me tune ye. Dayikek zarokê wê girtiyê dibêje zarokê min kengî dê bê berdan lê bersiva wê li cem min tune ye. Dayikeke ku keça wê tevlî têkoşîna çekdarî bûye dipirse dibêje kengî zarokên me vegerin lê bersiva wê jî tune ye. Ez li vir dixwazim vê pêşniyariyê bikim; Em ê aştiyê ava bikin. Li vir jinên endamên partiyên siyasî yên cuda û saziyên sivîl hene. Em dikarin hêza xwe bikin yek û bi hev re aştiyê ava bikin.”

Siyasetmedara Kurd Gulser Yildirim jî di destpêka axaftina xwe 1ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kir û cangoriyên şoreşê bi bîr anî. Gulser Yildirim destnîşan kir ku divê exlaqê aştiyê û mafê wê yê wekheviyê hebe û got ku divê ew ji bo mafê azadiyê têkoşîna xwe hevpar bikin û aştiyê civakî bikin. 

‘Em dibêjin an azadiya Serok an jî neman’

Dayika Aştiyê Nezahat Tekke jî bi lêv kir ku ew azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û got: “Em azadiyeke bê azadiya Serokatî jî qebûl nakin. Dibêjin cihê Serokatî hatiye guherandin. Lê em ne guherandina cih em azadiya Serokatî dixwazin. Em dixwazin Serokatî li Amedê pêşwazî bikin. Divê heta niha em biçûna Girava Îmraliyê. Dewlet li benda çi ye. Dayikên me tên Enqereyê dê bi laçika spî bên hûn ê ji wan re çi bêjin? Em dibêjin an azadiya Serok an jî neman. Sibe di seat 12an de em ê li parqa Kurtuluşê konê aştiyê vekin. Em bang li hemû jinan dikin ku werin piştgiriyê. “

Dayika Aştiyê Peyrûze Kûrt bal kişand ser çalakiya Konê Aştiyê ya ku wê sibe bê vekin û got ku ew dayikên leşker, polîsan jî vedixwînin çalakiyê  û got ku an aştî an neman. 

Aktivîsta TJA Yuksel Genç jî bi lêv kir ku pêvajo bi edîl bi rê ve naçe û got: “Di serî de divê em ji bo edaleta aştiyê têbikoşin. Aktorên pêvajoyê ne di şert û mercên wekhev de ne. Divê em mekanîzmayên zextê bikin û edaletê pêkbînin, ava bikin. Bêdengbûna çekan sedema çekan a ne wekheviyê ji holê ranake.”

Her wiha jinên ku tevlî konferansê bibûn jî bi dorê mafê axaftinê girtin û qala bandora şer û girîngiya aştiyê kirin.

Piştî forumê aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel axivî. Sabahat Tunceldiyar kir ku ew bi mebesta derdê xwe bi hev re parve bikin, hev fehm bikin û têkoşîna xwe hevpar bikin hatin cem hev û got: “Hemû kesan kedeke mezin ji vê konferansê re dan û hemû kesan re spas dikin. Di vir de ji me re berpirsyariyek jî derket. Em ê vê xebatê bidomînin. Em ê li her derê Tirkiyeyê van xebatan bimeşînin.”

Piştî axaftinan hemû jin çûn ser dikê û govend gerandin. Jinan dirûşmeya “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

Dayikên Aştiyê gihîştin Edeneyê

1 MIJDAR 2026
Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin  HATE NÛKIRIN

Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin HATE NÛKIRIN

1 MIJDAR 2026
Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

Delîl Dîlanar li Wanê konser da: Em piştgiriyê didin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk

1 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

Dayikên Aştiyê di rêya Enqereyê de kêfxweşî û êşên xwe parve dikin

1 MIJDAR 2026
‘Heke qala aştiyê bikin divê bi xwezaya Kurdistanê re jî li hev werin’

‘Heke qala aştiyê bikin divê bi xwezaya Kurdistanê re jî li hev werin’

1 MIJDAR 2026
Amedsporê Eyupspor 5 û 1 têk bir

Amedsporê Eyupspor 5 û 1 têk bir

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Pîrozbahiyên 1ê Mijdarê: Li Kobanê azadî, wekhevî û jiyana hevpar hat parastin HATE NÛKIRIN

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne