Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ku diçin Enqereyê, gotin ku ew dê ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê û ew ê van daxwazên xwe bi cih bînin.
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya aştiyê, rewşa girtiyên nexweş, binpêkirina mafên girtiyan û dirêjkirina înfaza girtiyan diçin Enqereyê. Dayikan derbarê çûyîna xwe ya Enqereyê de ji ajansa me re axivîn. Dayikên Aştiyê yên ku ketin rê, bal kişandin ser girîngiya pêvajoya aştiyê û diyar kirin ku ew ji bo statuya Rêbertiyê û azadiya girtiyan diçin Enqereyê û dê van daxwazên xwe bi cih bînin.












