• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Dayikên Aştiyê ber bi Enqereyê ve ketin rê

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn HATE NÛKIRIN

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ‘Nexwendina pirtûkê dikin sedema şewitandina înfazê’

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 1ê MIJDARA 2026an

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Mîthat Sancar: Abdullah Ocalan çûye cihê xwe yê nû

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin  HATE NÛKIRIN

    Li Stenbolê 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin HATE NÛKIRIN

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Pervîn Buldan: Di pêvajoya aştiyê de pêdiviyeke mezin bi rol û mîsyona jinan heye

Mahmût Altintaş / AW

1 MIJDAR 2026 - 10:06
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Enqere – Endama Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê Pervîn Buldan ku tev li konferansa jinan a “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” bû, bi lêv kir ku di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêdiviyeke mezin bi rol û mîsyona jinan heye û wiha got: “Divê jin li her derê di nava piştgiriyê de bin û mil bi mil pêvajoyê bi aştiyê misoger bikin.”

Li ser banga 80ê jinên di nav wan de rojnameger, nivîskar, akademîsyen, aktivîst û siyasetmedar hene li Enqereyê Konferansa “Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin” tê lidarxistin. Di roja yekem a konferansê de jinan, li ser pirsgirêkên weke tundiya li dijî jinan, qetilkirina jinan, kedxwarî ku ji ber pergala kapîtalîzmê û desthilatiya zilam derketine holê niqaş kirin. Her wiha yek jî mijara konferansê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû. Jinan li ser pêvajoyê jî nirxandin, li ser jin dikarin di pêvajoyê de roleke çawa bilîzin niqaş niqaş kirin û di van niqaşan de pêdiviya têkoşîneke hevpar derket pêş.

Yek jî vexwînera konferansê Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan têkildarî mabesta konferansê û xebatên piştî konferansê dê bên kirin ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Di pêvajoya aştiyê de pêdiviyeke mezin bi rol û mîsyona jinan heye’

Pervîn Buldan bi lêv kir ku tevlibûneke xurt ji konferansê re heye û wiha axivî: “Dema mijar dibe aştî beşdariya jinan hîn bi wate dibe. Ji ber ku aştî herî zêde jinan eleqedar dike. Di pêvajoyên pevçûnan de herî zêde jin bandor dibin. Ji bo wê jî di pêvajoya aştiyê de pêdiviyeke mezin bi rol û mîsyona jinan heye. Em ê di vê konferansê de li ser vê yekê biaxivin. Weke jin em dê çawa aştiyê mîsoger bikin. Ji ber ku dema em qala aştiyê dikin di heman demê de em qala kedê, kedxwariyê, krîza aborî û pirsgirêkên civakî dikin. Ji bo wê jî ew hemû me eleqedar dike. Jin ne tenê di vê konferansê de li her derê divê werin cem hev. Ji ber ku aştî li ser siyasetê ye. Divê em nasnameya xwe ya siyasî bidin aliyekî weke jin vê pêvajoyê binêrin û niqaşê li ser rol û mîsyona xwe bikin. Ji ber wê jî em ê li ser aştî û ji niha şûnde divê em çi bikin, niqaşan bikin.”

‘Divê em pirrenginiya vir belavî hemû Tirkiyeyê bikin’

Her wiha Pervîn Buldan destnîşan kir ku niqaşên di konferansê de derkevin dê ji bo xebatên demên pêş gelek tiştan dide pêş wan û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “A girîng li qadan, kolanan û li her derê qala aştiyê bikin û aştiyê civakî bikin. Ji bo wê jî rol û mîsyoneke mezin dikeve ser milê jinan. Berdelên me dane, êşên me kişandine ew hemû nîşanî me didin ku aştî çiqas bi wate û girîng e. Divê niha şûn ve jî jin tenê bi vê yekê sînorkirî nemînin. Jin li her derê di nava piştgiriyê de bin û mil bi mil pêvajoyê bi aştiyê misoger bikin. Berê jî tiştên bi vî rengî hatin kirin lê ne ewqas berfireh bû me xwe bi xwe dikir. Lê îro gelek beşên cuda yên civakê, baweriyên cuda û gelek kes tev li bû. Ji bo wê jî divê em vê pirrengiyê hê zêdetir bikin û belavî hemû Tirkiyeyê bikin û ji bo aştiyê behtir bixebitin.”

Etîket: jin pêşerojê niqaş dikinkonferansa jinanPervîn Buldan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pervîn Buldan: Guherandina xanî têr nake, hewcehî bi statuyê heye

Pervîn Buldan: Guherandina xanî têr nake, hewcehî bi statuyê heye

1 MIJDAR 2026
Fîgen Yuksekdag: Hevkariya jinan dikare gelan bigihîne hev

Fîgen Yuksekdag: Hevkariya jinan dikare gelan bigihîne hev

1 MIJDAR 2026
Vexwînerên konferansa jinan: Em ji bo têkoşîneke hevpar hatin ba hev

Vexwînerên konferansa jinan: Em ji bo têkoşîneke hevpar hatin ba hev

1 MIJDAR 2026
Konferansa jinan: Nasnameyên me yên cuda mijara têkoşîna hevpar e

Konferansa jinan: Nasnameyên me yên cuda mijara têkoşîna hevpar e

31 COTMEH 2026
Konferansa ‘Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin’ dest pê kir

Konferansa ‘Em bi hev re li ser pêşerojê diaxivin’ dest pê kir

31 COTMEH 2026
Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

23 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar Şêrwî: Ez dixwazim li ser wêjeya Kurdî pirsan li Ocalan bikim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Kobanê: Destana gelan û fedakariyê 

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Fermandarê YBŞê: Entegrasyon ne teslîmbûn e, serkeftinek e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Xwezaya Kurdistanê bêhempa ye berhemên wê derman in’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Davût Avci: Eger daxwaz şaristaniya demokratîk be, têkoşîn şert e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne