Dayikên Aştiyê ku dê bi mabesta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bên Enqereyê, li vir bi Wezareta Dade re hevdîtinê bikin û nobeda aştiyê bigirin.
Meclisa Dayikên Aştiyê dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê werin Enqereyê û di 2 û 3yê Mijdarê de dest bi nobeda aştiyê bikin. Bernameya Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar bû. Dayikên Aştiyê dê roja yekem a nobedê di seatên sibe de werin Enqereyê û di seat 12.00an de li parqa Meclisê daxuyaniyê bide. Piştî daxuyaniyê dayik dê derbasî parka Kurtuluşê bibin û li vir dest bi Nobeda Aştiyê bikin. Dayikên Aştiyê dê di roja 2yan a nobedê de jî li meclise dê tev li komcivînên partiyên siyasî bibin û heyeta ji dayikan dê serdana partiyên siyasî bike. Dayik piştî meclisê dê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin.













