Îzmîr- Davût Avci ku 30 salan di girtîgehê de mabû û beriya du mehan ji girtîgehê derketiye, êrîşên li ser girtîgehan, jinan, xwezayê û çapemeniya azad wekî beşek ji konsepta stratejîk a dewletê pênase kir û banga têkoşîna bi rêxistinkirî kir û wiha got: “Dewlet berjewendiyên xwe difikire; eger xwesteka gelan jî şaristaniya demokratîk be, divê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”
Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk nêzî du sal in berdewam dike. Girtiyên siyasî bi hêviya azadiyê û tevkariya pêvajoyê daxwaza dawî lê anîna binpêkirinên mafan û taloqkirina înfazan dikin û di vê çarçoveyê de gel bang li Serokkomar, Wezareta Dadê û saziyên têkildar dikin ku gavên şênber biavêjin.
Li aliyê din, qanûna çarçoveyî piştî 2 mehan ji bo bikeve meriyetê li benda rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ye lê ji bo raporê teqwîmeke diyarkirî nîn e û şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku wekî Koordînatorê Aştî û Siyasîbûnê bi rê ve bibe jî heta niha pêk nehatiye.
Budçeya wezareta parastinê ji sedî 86 zêde bû
Her wiha nîqaşên budçeya sala 2027an jî li Meclîsa Tirkiyeyê berdewam dikin. Di budçeyê de ji bo “parastin û ewlehiya hundirîn” 3 trilyon û 454 milyar lîre hatiye veqetandin û budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 86 zêde bû ye; lê ji bo alîkariyên civakî tenê trîlyonek û 341 milyar lîre hatiye veqetandin.
Derbarê van geşedanan de Davût Avci ku 30 salan di girtîgehê de ma û beriya du mehan ji girtîgehê derket, nêrînên xwe bi Ajansa Welat (AW) re parve kir.
Davût Avci bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Ez beriya 2 mehan ji girtîgehê derketim, hevalên li girtîgehê ku yek ji aliyên girîng ên pêvajoyê ne, ji ber ku di şert û mercên tecrîdê de nikarin pêvajoyê baş bişopînin. Her wiha zextên li ser çapemeniya azad jî didomin. Çapemeniya ku xizmeta pergalê dike jî, mûxalefetê bi tu awayî qebûl nake. Lewma hevalên li girtîgehê bi zanabûna xwe ya dîrokî, bi baweriya serokê xwe, bi hezkirina welat û gel û li ser esasê xeta nemiran pêvajoyê dixwînin. Belkî agahiyên wan ên rojane kêmek qels bin, lê mirov dikare bêje xwendineke rast di girtîgehê de serwer e.”
Banga agirbestê ya 1993yan û zemîna hiqûqî
Davût Avci banga agirbestê ya sala 1993yan wekî biryareke stratejîk bi nav kir û diyar kir ku armanca aliyê Kurd a sereke ew e ku bi gelê Tirk re bi awayekî azad û bi nasnameya xwe bijîn û ev tişt anî ziman: ” Aliyê Kurd ji dil e, lê aliyê dewletê, dema mesele bû mekanîzmaya dewletê mirov nikare tevgerên dewletê li ser dil û hestan şîrove bike. Mesele Serokatî ji dil e, çimkî kes û civak dikarin ji dil bin, ne mekanizmaya dewletê.”
Davût Avci destnîşan kir ku dema mirov li mekanîzmaya dewletê dinêre, li şûna hestan, divê hiqûq were esasgirtin û wiha pêde çû: “Zemîn hiqûq e divê mirov pêvajoyê di çarçoveya hiqûqê de binirxîne. Ji ber ku du alî hene zemîn hiqûq e ku her du alî jî li ser bikaribin xwe vebêjin. Ji bo dewletan tenê berjêwendî hene. Heta niha bendewariyên gel, bendewariyên hêzên çep û Kurd, ên demokrat û di serî de jinên têkoşer pêk nehatin.”
Wateya banga Devlet Bahçelî û girîngiya Îmraliyê
Davût Avci bal kişand ser banga Devlet Bahçelî û anî ziman ku ev bang qebûlkirina vîn, îdeolojî û nûnertiya civakî ye û ev nirxandin kir: “Banga Devlet Bahçelî bi xwe, tê wê wateyê ku dewletê qebûl kiriye ku li hember wan vînek heye. Lewma eger ev vîn hatibe qebûl kirin. Pêvajo yek alî nameşe. Yek alî pir plan dikarin werin amade kirin, lê tu encam jê nayê girtin. Banga Devlet Bahçelî bi xwe statûyê diyar dike, bi wê bangê qebûl kirin ku li hemberî wan vînek, bîrdoziyek û temsiliyeta civakekê heye. Bang li kê hat kirin, bang li kesê ku dijber hatiye dîtin hat kirin, li vîneke derveyî pergalê hat kirin. Ew, ji hêla tevgerê ve weke Serok e, ji aliyê gel ve weke Serokê neteweyî, ji aliyê sosyalîstan ve weke serokê sosyalîst, ji aliyê demokratan ve weke serokeke demokrat, ji aliyê jinan ve weke parêzvanê paradîgmaya azadiyê hat pênasekirin lewma eger dewlet bixwaze pêvajoyê bibe serî divê bizanibe ku bêyî diyarkirina statûyê ev pêvajo naçe serî.”
‘Dawî lê anîna şer bi azadiya Rêberê Gelê Kurd pêkan e’
Derbarê astengkirina hevdîtinên malbatî û girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jî Davût Avci ev tişt vegot: “Malbata wî nikare biçe cem, çima? Li gorî hiqûqê malbata wî divê her 15 rojan carekê bikaribe biçe cem lê ji ber ku statûya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hê jî hikûmxwar e nikarin biçin. Ev pêncî sal in, pirsgirêk çareser nebû, çima ji ber ku bêstatûbûn hebû. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin, nav şert e. Mûxatab eger ku Îmralî be, bê Îmralî şerê çekdarî nikare were sekinandin. Îro şer bi şertekê hatiye sekinandin ew şert jî ev bû: dawîlêanîna şerê çekdarî û fesxkirina tevgerê, bi azadiya Rêberê Gelê Kurd re pêkan e.”
Nêrîna stratejîk a dewletê û têkoşîna civaka demokratîk
Davût Avci serpêhatiya xwe ya dema destpêkirina pêvajoyê ya li girtîgehê vegot û anî ziman ku êrîşên li ser girtîgeh, jin, xwezayê, çapemenî û siyasetê ne taktikî ne, berevajî wê beşek ji konsepta stratejîk a dewletê ne û wiha axivî: “Dema Pevajo Aştî û Civaka Demokratîk nû dest pê kir, ez li navçeyeke Samsûnê di girtîgehê de bûm. Ji rêveberiya girtîgehê, hinek kes hatin bi me re rûnîştin. Me ji wan re got di liv û tevgerên we de pêvajoya xuya nake, ji me re gotin ji me re tu telîmatname nehatiye. Gotin hûn pevajoyê şaş dinirxînin. Yanî tişta me di çapemeniyê de dît, banga dewlet Bahçelî, banga Îmraliyê, daxuyanî, çûnûhatin, yanî bi giştî atmosfera nû bi tu awayî nehat girtîgehê. Eşkere ji me re gotin, gotin hûn pêvajoyê şaş şîrove dikin.”
‘Eger daxwaz şaristaniya demokratik be, têkoşîn şert e’
Her wiha Davût Avci bal kişand ser girîngiya têkoşîna civakî û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Operasyonên li ser girtîgehan, jinan, li ser xwezayê, li ser çapemeniya azad, li ser çepgiran, avêtina qayûman a li partiyan û girtina ciwanan; hemû bi hev re têkildar in û nîşaneya aqilekî stratejîk in, ne taktikî ne. Ji bilî vê yekê, ev êrîş hemû li ser fikra civaka demokratîk, li ser rojeva aştiyê û li ser hiqûqê ne. Ev konsept e û armanca wê ya sereke tengkirina qada têkoşînê ye. Dewlet berjewendiyên xwe difikire; eger daxwaza gelan jî şaristaniya demokratîk be, divê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Lê îro, di nav me de berjewendîparêzî pir zêde bûye, xwedîderketina li nirxan kêm e. Tiştên ku ez çavdêrî dikim nîşan didin ku guhdarîkirin kêm e û aqilê civaka demokratîk qels bûye. Pêdiviya me bi hişmendiya her hevalî, her dostî û her welatparêzî heye; tecrûbe tenê bi pirtûkan nayê pîvandin. Lê belê îro, li gorî berê, guhdarîkirin, hişyarî, serborî û veguhestina tecrûbeyan kêm bûye. Divê em ji bîr nekin ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ne ew e ku em tenê li benda dewletê bin ku gavan biavêje. Perspektîfa rast ew e ku dewleta Tirkiyeyê gavan biavêje jî neavêje jî, divê mirov bi hest û zanîna xwe têbikoşe.”










