• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hilbijartinên Îsraîlê: Netanyahû li pêş e, lê ev têrî avakirina hikûmetê nake

Navenda Nûçeyan / AW

29 COTMEH 2026 - 12:55
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di hilbijartinên Îsraîlê de Tifaqa Netanyahû ji 120 kursiyên parlamentoyê 53 kursî bi dest xistin. Ji bo avakirina hikûmetê pêdivî bi 61 kursiyan heye. Ji bo Netanyahû karibe hikûmetê ava bike divê bi partiyên din re tifaqa firahtir bike.

Di hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê yên ku di 27ê Cotmeha 2026an de hatin kirin de, tu aliyekî siyasî nekarî piraniya kursiyên parlamentoyê bi dest bixe. Her çend partiya Likud a Benjamin Netanyahû ji hilbijartinê partiya herî bi hêz derketibe pêş jî tifaqa wî nikare bêyî piştgiriya aliyên din hikûmetê ava bike. Bilindbûna beşdariya hilbijartinê û zêdebûna dengên partiyên Ereb jî bû bû mijareke din a hilbijatinan.

Di parlamentoyê de hevsengiyên nû

Li gorî encamên pêşîn ên hilbijartina dengên ku hêj jî nebûye ji sedî sed, ji 120 kursiyên Knessetê ya parlamentoya Îsraîlê, 53 kursî dikevin destê bloka Netanyahû, 48 kursî dikevin destê bloka muxalefetê û 19 kursî jî ji bo her du lîsteyên siyasî yên Ereb têne texmînkirin. Ji ber ku jimartina hin dengan hîn jî didome, ev hejmar dikarin biguherin.

Li gorî encamên pêş ên hilbijartinan kursî wiha dabeş dibin

Likud:27 kursî
Yashar: 21 kursî
Hevbeş (Beyachad): 12 kursî- Lîsteya Hevbeş a Ereb: 12 kursî
Demokrat: 8 kursî
Yisrael Beiteinu: 7 kursî
Ra’am: 7 kursî
Otzma Yehudit: 7 kursî
Yahadut Hatorah: 7 kursî
Şas: 6 kursî
Partiya Siyonîst a Olî: 6 kursî.

Ji bo avakirina hikûmetê herî kêm pêdivî bi 61 parlamenteran heye. Ji ber vê yekê, ne partiya ku herî zêde deng girtiye, partiya karibe 61 kursiyan an jî tifaqa ku 61 kursiyan zêdetir ava bûye dikare hikûmetê ava bike.

Netanyahû dê çawa desthilatê biparêze?

Netanyahû, ku ji serokwezîrên herî dirêjtirîn ê Îsraîlê ye, tevî rexneyên li ser rêveberiya wî ya piştî êrîşên 7ê Cotmeha 2023an û şerên dawî, hîn jî di nav pêşengên sereke yên siyaseta welêt de ye. Lê encamên hilbijartinê nîşan didin ku avakirina hikûmetê ji bo wî dê bi danûstandinên dijwar ve girêdayî be.

Netanyahû ji bo karibe desthlatdariya xwe bidomîne dibe ku berê xwe bide hevkarên xwe yên rastgir, olî û rastgirên tund. Lê 53 kursî ji bo piraniya parlamentoyê bes nînin. Vebijarka din a wî jî ew ku ji bo avakirina hikûmeteke hevbeş divê bi hêzên din ên muxalefetê re tifaqa xwe firahtir bike.

Di aliyê din de, Gadi Eisenkot û hêzên muxalefetê jî nikarin bêyî piştgiriya parlamenteran hikûmetê ava bikin. Her çend bi hev re 48 kursî bi dest xistibin jî, ji piraniyê dûr in. Ji ber vê yekê, her du alî neçar in ku ji bo peydakirina piştgiriyê, bi partiyên din re bikevin danûstandinan.

Pergala hilbijartinê û sînorên temsîliyeta demokratîk

Îsraîl pergala temsîliyeta rêjeyî bi kar tîne. Di vê pergalê de welat wekî yek herêma hilbijartinê tê hesibandin û hemwelatiyan dengê xwe didin lîsteyên partiyan. Kursiyên parlamentoyê li gorî rêjeya dengên tê dabeşkirin. Ji bo ku lîsteyek karibe bikeve parlamentoyê, divê benda herî kêm a parlamentoyê ji sedî 3,25 zêdetir dengan bistîne.

Ev pergal dikare temsîliyeta hêzên cuda yên siyasî û civakî zêde bike û rê li ber ku dengên komên biçûk jî di parlamentoyê de bê temsîlkirin veke. Lê di heman demê de, ev pergal bo avakirina hikûmetê rê li ber tifaq û koalîsyonê vedike.

Ji aliyê demokratîk ve, hebûna hilbijartinên azad, mafê dengdanê, pêşbaziyeke wekhev û temsîliyeta pirrengî girîng in. Lê tenê hebûna hilbijartinan ji bo pêkanîna demokrasiyeke tam bes nîne. Mafên hemwelatiyan, mafên hindikahiyan, azadiya ragihandinê û berpirsiyariya desthilatê jî divê bên parastin. Lewma liv û tevgerên partiyên siyasî yên bi partî û aliyên din ve, mafê xwe îfadekirinê yê gel, têkiliyên bi komên cuda yên civakê ji encamên hejmarî yên hilbijartinan girîngtir e.

Beşdariya gel û helwesta muxalefetê

Li gorî agahiyên ji ajansên nûçeyan yên Îsraîlê, rêjeya beşdariya dengderan gihîştiye ji sedî 77,7an û ev rêje ji hilbijartinên 2022an bilindtir e. Beşdariya bilind a dengderên Ereb jî balkêş e û rola wan a di hevsengiyên parlamentoyê de xwedî bandor e. Lîsteya Hevbeş a Ereb ragihand ku dengên gelê Ereb bûne alîkar ku Netanyahû û hevkarên wî piraniya dengan negirin. Lîste soz da ku ji bo pêşîlêgirtina vegera hikûmeta wî dê piştgiriya alternatîfekê bike.

Tifaq çênebin hilbijartin tên dubarekirin

Eisenkot got ku aliyê wî dê ji bo guhertinê û avakirina hikûmeteke nû bixebite. Lê di nav muxalefetê de li ser hevkariya rasterast bi partiyên Ereb nêrînên cuda hene. Ev yek jî dike ku tifaqa li dijî Netanyahû lewaz bibe û bibe sedema avabûna hikûmeta koma Netanyahû. Piştî eşkerekirina encamên fermî, Serokê Îsraîlê Isaac Herzog dê bi serokên partiyan re bişêwire û daxwaza avakirina hikûmetê bike. Heke tu alî nikaribe piraniyê peyda bike, heya hilbijartin tên nûkirin serokwezîrê heyî dê li ser erkê be.

Encama hilbijartinan ji ber hevsengiyên heyî tenê bi pêşketina Likudê an jî bi kursiyên muxalefetê nayê pîvandin. Pirsên sereke ev in ku dê kî bikaribe koalîsyonekê ava bike, ji bo lihevkirinê dê partî werin ba hev, dê ev guhertin çiqas bandorê li siyaseta navxweyî, mafên hemwelatiyan û siyaseta herêmê ya Îsraîlê bike.

Etîket: Gadi EisenkothikûmethilbijartinÎsraîlNetanyahutifaq
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komîsyona NYê ragihand ku Îsraîl ‘îmhaya komî’ pêk tîne

Komîsyona NYê ragihand ku Îsraîl ‘îmhaya komî’ pêk tîne

26 COTMEH 2026
Li Sirbistanê Tevgera Xwendekaran, li Brezîlyayê jî Lula bi ser ket

Li Sirbistanê Tevgera Xwendekaran, li Brezîlyayê jî Lula bi ser ket

26 COTMEH 2026
Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

Hilbijartina Baroya Stenbolê: Dengdayîn dest pê kir

25 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne