• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    MEBYA-DER bi malbatan re civiya

    MEBYA-DER bi malbatan re civiya

    Berdevkê PJAKê Awdanan: Dê şerê vê carê wêranker be

    Berdevkê PJAKê Awdanan: Dê şerê vê carê wêranker be

    Malbatên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin hatin derxistin

    Malbatên li Girê Spî hatibûn dorpêçkirin hatin derxistin

    Koçberên Girê Spî di dema vegerê de li bajarê xwe rastî êrişê hatin

    Koçberên Girê Spî di dema vegerê de li bajarê xwe rastî êrişê hatin

    MEBYA-DERa Sêrtê û Êlihê: Em dixwazin hemû gelê me beşdarî bîranînê bibin

    MEBYA-DERa Sêrtê û Êlihê: Em dixwazin hemû gelê me beşdarî bîranînê bibin

    Bajarok di tariyê de maye: Serokê AKPê berdevkiya DEDAŞê kir

    Bajarok di tariyê de maye: Serokê AKPê berdevkiya DEDAŞê kir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komîsyona NYê ragihand ku Îsraîl ‘îmhaya komî’ pêk tîne

Navenda Nûçeyan

26 COTMEH 2026 - 16:44
Kategorî: CÎHAN
A A
Komîsyona lêpirsînê ya serbixwe ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatî wezîfedarkirin, ragihand ku Îsraîl li Xezeyê qirkirinê didomîne, li Şerîaya Rojava jî sûcên li dijî mirovahiyê dike.

Komîsyona Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatî wezîfedarkirin, roja duşemê raporek weşand û diyar kir ku agirbesta Cotmeha 2025an li Xezeyê hatî ragihandin, çalakiyên Îsraîlê yên li hemberî Fîlîstîniyan bi dawî nekiriye.

Komîsyonê Îsraîl sûcdar kir ku li hemberî Fîlîstîniyên li Şerîaya Rojava “îmhaya komî” û sûcên dermirovî pêk tîne û sûcdariyên qirkirinê yên li Xezeyê dubare kir.

Li gorî komîsyonê, hêzên Îsraîlê piştî agirbestê li Xezeyê kontrola xwe zêde kiriye. Ji Cotmeha 2025an ve herêma di bin kontrola Îsraîlê de ji sedî 53 herî kêm derket sedî 60ê, di vê demê de di encama gulebarana Îsraîlê de herî kêm 196 Fîlîstîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Li Şerîaya Rojava işkence û tundiya zayendî

Di raporê de hate diyarkirin ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî kiryarên hêzên Îsraîlê û personelên ewlekariyê yên li hemberî Fîlîstîniyan di çarçoveya sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de hatine nirxandin. Komîsyonê tespîtên xwe yên têkildarî sûcên îmha, îşkence, destdirêjî, şêwazên din ên tundiya zayendî û zilmê ragihand.

Hat ragihandin ku komîsyonê 7 bûyerên navbera Mijdara 2023yan û Hezîrana 2026an lêkolîn kiriye û di van bûyeran de hêzên Îsraîlê zirara fîzîkî daye Fîlîstîniyên ku piranî jê zarok bûn.

Di raporê de hate diyarkirin ku Îsraîlê li girtîgeha leşkerî “Sde Teiman” li dijî gelek girtiyan tundiya zayendî pêk aniye.

Îsraîl jî sûcdariyên qirkirinê û êrîşa zayendî red dike; dema rapor hate weşandin têkildarî tespîtên nû bersiveke fermî nedabû.

Komîsyon diyar dike ku ev tespît dibe siberojê bibin bingehê lêpirsînên ku di Dadgeha Cezayê Navneteweyî yan jî sîstemên daraza neteweyî de bên meşandin.

Etîket: FilistinÎsraîlŞerîaya Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Xezayê nêzî 8 hezar cenaze hêj di bin kavilan de ne

Li Xezayê nêzî 8 hezar cenaze hêj di bin kavilan de ne

18 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

‘Îsraîl ji bo valakirina Xezayê li benda biryara Trump e’

4 ÎLON 2026
Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

Îsraîl û Yewnanîstanê peymana bi 3 milyar dolarî ya parastinê îmze kir

31 TEBAX 2026
Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

Aloziya ‘balafirgeha Ebû Zuhur’ a Tirkiye û Îsraîlê didome

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne