Êlih – Li Êlihê cotkarên tûtinê diyar kirin ku ji ber barana zêde ya rojên dawî, tûtina wan zirarek mezin dîtiye û xwestin dewlet ji ber zirara çêbûye, alîkariyê bide wan.
Di demên dawî de li gelek bajarên Kurdistanê baraneke zêde bariya û ev yek bandorek neyînî li ser zeviyên hatine çandin kir. Barana zêde taybetî li ser berhemên payîzî bandorek neyînî kir. Cotkarên ku li Êlihê çandiniya tûtinê dikin, diyar kirin ku barana zêde zerarek gelek mezin daye zeviyên wan ên tûtinê. Herwiha cotkaran destnîşan kir ku tûtina wan ji ber baranê kîfik girtiye û dan zanîn ku ew ji ber vê yekê nikarin tûtina xwe bifiroşin.
‘Divê ji ber zirara me dewlet piştgiriyê bide’
Şaydîn Pamûk ê bi karê çandina tûtinê ve mijûl dibe, diyar kir ku li gel hemû bergiriyên wan jî barana zêde, zerarek gelek mezin daye zeviyên tûtinê wan û wiha axivî: “Me ji bo tevahiya tûtinê çadir û naylonên mezin stend û avêt ser tûtina xwe lê barana zêde naylon û çadirên me jî qelişandin û vê yekê bandorek neyînî li ser tûtina me kir. Gelek caran ji ber zararên xwe me serlêdan li saziyên dewletê kiriye lê em encameke erênî nagirin. Em bang li rayedaran dikin ku ji ber vê zirarê piştgiriya me bikin.”
‘Ji sedî 30-35 zirara me çêbûye’
Şaydîn Pamûk anî ziman ku baranê nêzî ji sedî 40 zirarê daye çandiniya wan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em di karê xwe de gelek mesrefan dikin. Lêçûnên çandiniyê pir zêde bûne. Heya ku em tûtina xwe tînin ber firotinê, ji sedî 20-25 kar ji min re dimîne. Niha ji tonek tûtinê nêzî 400 kîlo tûtina min kîfik bûye û li gor vê yekê ji sedê 30-35 zirara me çêbûye. Ger zirara me neyê dayîn em ê êdî nekarin çandiniyê bikin.”
‘Bihayê tûtinê ketiye û ev yek jî zerarê dide me’
Cotkarê bi navê Mehmet Odûncû jî bilêv kir ku çandina tûtinê gelekî bi zehmet bûye û anî ziman ku wan mesrefeke gelek zêde dane çandina tûtinê û wiha axivî: “Heta niha nêzî 650-700 hezar lîre min mesref kiriye. Îsal bi rastî jî baran zû bariya, tûtina me hinek jê reş bû û hinek jî kîfik girt. Ji ber vê yekê bihayê tûtinê tê kuştin. Sala borî germahî baş bû û me dikarî em tûtina xwe hişk bikin. Heya niha ji ber baranê me nekariye tûtina xwe hişk bikin û ev yek zerarek mezin dide me. Her wiha di piyaseyê de dan û stendina tûtinê, dest pê kiriye lê me hê jî tûtina xwe xwe hişk nekiriye ku bifiroşin û ev yek ji bo me pir xerab e. Ji ber baranê bihaya tûtinê jî ketiye û bi rastî em bi fikar in.”













