* Xelef Çoban, Ehmed Çoban û Mehmet Raîf Çoban ku mam û birazî bûn, ji hev bandor dibin û tev li Tevgera Azadiya Kurdistanê dibin. Her sê rêheval jî dibin stêrk li ezmanê welatê xwe.
* Li Şemzînanê bi hatina payîzê re amadekariyên xwarinên zivistanê ku kevneşopiyeke herêmê ne, berdewam dikin. Besna Kirmizigul a ji qalikên fasûliyan bigire heta dendikên wan ji bo zivistanê vedişêre, hilûk ango încasan jî dikelîne û dike dermanên xwezayî.
* Bariyerên polîsan yên ku ji bo Mihrîcana Rêya Çandê ya Wanê ya di sala 2024an de li Qada Bajêr a Wanê hatibûn danîn, tevî 2 sal in bi ser re debas bûye jî nehatine rakirin.
* Endamê Komîsyona Kongreya DEM Partiya Stenbolê û siyasetmedar Halîl Aksoy diyar kir ku bi armanca guhertinê ew kongreya xwe li dar dixin û wiha got: “Ji bo guhertinê divê di serî de em xwe biguherînin. Madem em ji bo aştiyekî mayînde dixebitin û çek ji holê radibin, divê em hişmendî û zimanê xwe li gorî wê biguherînin. Heke em van guhertinan pêk bînin, dê derdora aştiyê jî hê berfirehtir bibe.”
* Hîpoteza Bîyofîliyê (Biophilia Hypothesis) argumanek e ku xwe diparêze mirov li hember pergalên din ên zindî û bîyolojîk xwedî hest û girêdaneke sirûştî ne. Hezkirin û kefxweşiya mirovan a ji xwezayê jî ji vir tê.
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12:45)
* Amedspor ji bo lîstikvanên nû û ciwan bigihînê dê li Tesîsa Şêxmûs Ozer a Amedsporê Dibistana Fûtbolê bi merasîmekê vebike. (13:00)










