Berdevkê PJAKê Rêwar Awdanan bersiva kesên wî weke dijî demokrasiyê pênase dikin da û got: “Ew koleyên hezar axane, çavê wan tenê li para keka di destê desthilatê de ne. Ew komara demoratîk naxwazin û pirrengî ya li Îranê ji bo wan tirs û xofe.”
Berdevkê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan li dijî kes û aliyên dijî PJAK û hêzên demokrasîxwaziyê peyamek da.
Peyam wiha ye:
“Ew dijberê demokrasiyê ne û li hemberî feraseta ku gel xwediyê wê ye, gelekî hesas in. Lewma em her roj qala demokrasiyê dikin.
Ew tenê li ser parçeyê xwe yê desthilatdariyê difikirin û avakirina komara demokratîk a nenavendî û pirrengiya li Îranê ji wan re tirs û xofe. Lewma em her roj vê ferasetê xira dikin û li ser komara demokratîk a Îranê diaxivin.
Ew ji fikra entegrasyona demokratîk ditirsin, ji ber ku ew bi xwe koleya hezar axanin û entegrasyona demokratîk dibe sedema eşkerekirina fikra wan a faşîst û dijberiya wan a bi gelan re. Lewra em her roj li ser entegrasyonê diaxivin.
Dijberî xwerêveberiya civakê ne, ji ber ku xwesteka bûyîna wan a axatiyê heta hestiyên wan bi koke, lewma her roj em têkçûna dîktatoriya wan û serkeftina xwerêveberiya civakê diaxivin.
Ew li dijî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji ber ku şermezar û paşverûtiyê bi bîr dixin, lewma her tim û li her derê em wê dirûşma pêşketîxwaziyê dubare dikin.
Ew dijberên serkeftina gelê Kurd in û ji bo bigihijin hinek dolaran an jî beşek ji kursiyê desthilatdariyê, maskeya Kurdîtiyê û neteweperestiya sexte li xwe kirine, lewma bi hezar rengî rûyê xwe vedişêrin.
Ew hinek kevneperestên bermahiyên serdema derbeyê ne û dixwazin li dijî xewnên azadîxwazên rastîn şer bikin, lewma em her roj têkçûna wan bibîr tînin.”













