Komeleya Dema Jinan li Stenbolê konsera jinan li dar xist. Hunermend Eylul Nazlier û Navende Çandê ya Mezopotamyayê – Jin derketin ser dikê û stran gotin.
Komeleya Dema Jinan li Navenda Çandê ya Adem Başturkê ya navçeya Esenelera Stenbolê bi tevlîbûna Hunermend Eylul Nazlier û Navende Çandê ya Mezopotamyayê – Jinê konsera jinan li dar xist. Dayikeên Aştiyê, endam û rêveberên partiyên siyasî û gelek welatî tev li konserî bû. Konser bi axaftina Seroka Komeleya Dema Jinan Şukran Demîr dest pê kir. Şukran Demîr diyar kir ku li Rojhilata Navîn gelemperî şer heye û got: “Li vê erdnigariyê fikirandina aştiyê gelek girîng e. Em wekî jinên Kurd, cihê ku ji bo me girîng jiyandina zimanê Kurdî ye. Em hê di sala 2016an de nikarin bi awayekî azad zimanê xwe biaxivin.”
Dayika Aştiyê Gulîş Yilmaz jî anî ziman ku ew wekî Dayikên Aştiyê herdem di aştiyê de israr dikin û wiha axivî: “Me herdem aştiyê parast û ji bo aştiyê têkoşiyan. Ji niha şûnde jî em ê ji bo tu kes jiyana xwe ji dest nede û nekeve girtîgehan têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftinan Hunermend Eylul Nazlier û Navende Çandê ya Mezopotamyayê – Jin derketin ser dike û stran gotin. Gel jî li ber stranan govend gerandin û konser bi dawî bû.

















