Di Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya sala 2027an ku bi îmzaya Seorokkomar Tayîp Erdogan dê pêşkeşî Meclisê bê kirin de para herî zêde bi 10 trilyon 533 milyar lîre ji Wezareta Xezîne û Maliyeyê re bê veqetandin.
Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2027an a bi îmzeya Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji bo ku ji Meclisê re bê pêşkêşkirin hat amadekirin, hûrgiliyên wê diyar bûn.
Sala bê lêçûnên budçeyê wekî 27 trîlyon û 276 milyar lîre, dahatên budçeyê jî wekî 23 trîlyon û 408 milyar lîre hatin diyarkirin.
Kêmasiya budçeyê jî wekî 3 trîlyon û 868 milyar lîre hat texmînkirin. Di pêşniyara ku wê bê pêşkêşkirin de, hat texmînkirin ku dahata salane ya sala 2027an dê bighêje 111 trîlyon lîreyî. Tê payîn ku rêjeya kêmasiya budçeyê li hemberî berhemên xav ên navxweyî (GSYH) bibe ji sedî 3,5.
Dema ku lêçûnên erdhejê li derve werin hiştin, tê pêşbînîkirin ku ev rêje di asteke wekî ji sedî 2,8an de pêk bê. Rêjeya kêmasiya budçeyê li hemberî dahata neteweyî ku berê ji bo sala 2026an wekî ji sedî 3,5 dihat pêşbînîkirin, di texmînên nûjenkirî de daxistin ji sedî 3,1ê.
Lêçûnên faîzê 3 trîlyon 975 milyar lîre ye
Di budçeya rêveberiya navendî ya sala 2027an ku hat amadekirin de, ji bo lêçûnên faîzê 3 trîlyon û 975 milyar lîre çavkanî hate veqetandin. Ev mîqdar hema hema dibe ji sedî 14,6ê hemû lêçûnan. Hat hesabkirin ku lêçûnên derveyî faîzê jî dê bibe 23 trîlyon û 298 milyar lîre. Tê armanckirin ku dahata bacê ya budçeya giştî bibe 19 trîlyon û 906 milyar lîre.
Dahatên bacê herî zede ji KDVê pêk tê
Di dahatên bacê de para herî zêde KDV hat diyarkirin. Tê payîn ku dahata KDVê bigihîje 5 trîlyon û 681 milyar lîreyî. Ji baca dahatê 5 trîlyon û 533 milyar lîre, ji Baca Serfkirina Taybet (OTV) jî 3 trîlyon û 284 milyar lîre dahat tê pêşbînîkirin.
Ji perwerdeyê re 3 trîlyon 747 milyar lîre hat veqetandin
Di budçeya sala 2027an de çavkaniya ku ji bo perwerdeyê hate veqetandin jî wekî 3 trîlyon û 747 milyar lîre hat ragihandin. Ev mîqdar dibe ji sedî 13,7ê hemû budçeyê. Ji bo Wezareta Perwerdeyê 2 trîlyon û 459 milyar lîre hat pêşbînîkirin.
Lêçûnên tenduristiyê (Wezareta Tenduristiyê, Saziya Xwendina Bilind û Saziya Ewlehiya Civakî di nav de) bi tevahî wekî 4 trîlyon û 4532 milyar lîre hate plankirin.
Çavkaniya ku ji budçeya rêveberiya navendî ji bo qada tenduristiyê hate veqetandin jî 2 trîlyon û 134 milyar lîre ye.
Ji bo alîkarî û piştgiriyên civakî jî wekî 3 trîlyon û 406 milyar lîre hat ragihandin. Ev mîqdar dibe ji sedî 12,5ê budçeyê. Alîkariyên civakî yên rasterast 1 trîlyon û 341 milyar lîre, piştgiriya elektrîk û gaza xwezayî 605 milyar lîre, îstîsnaya bacê ya mûçeyên heta mûçeya kêmane 1 trîlyon û 460 milyar lîre hate plankirin.
Ji bo fînansmana xaniyên civakî 250 milyar, ji bo fonda veguhertina bajarî jî 276 milyar lîre hate veqetandin.
Di kirîna çekan de ji sedî 229 zêdebûn hat pêşbînîkirin
Lêçûnên parastin û ewlehiyê bi tevahî wekî 3 trîlyon û 454 milyar lîre hate diyarkirin. Ji vê 2 trîlyon û 206 milyar lîre ji lêçûnên parastinê, 1 trîlyon û 248 milyar lîre jî ji lêçûnên ewlehiya navxweyî pêk tê.
Di çavkaniyên ji bo kirîna çek, cebilxane û sîsteman de ji sedî 229 zêdebûn hat pêşbînîkirin.
Rewşa çandinî razemenî û şarederiyan
Ji bo sektora çandiniyê bi tevahî 1 trîlyon û 305 milyar lîre çavkanî hate pêşbînîkirin, ji bo şaredariyan jî 2 trîlyon û 384 milyar lîre (ji sedî 8,7ê budçeya giştî) hate veqetandin. Ji bo lêçûnên erdhej û karesatan 769 milyar lîre hate plankirin. Ji bo razemeniyan jî 2 trîlyon û 849 milyar lîre (ji sedî 10,4ê budçeyê) hate pêşbînîkirin.
Asta herî bilind ya veqetandin wezaretan
Wezareta Xezîne û Darayiyê bi 10 trîlyon û 533 milyar lîreyî bû saziya ku asta herî bilind ya teklîfa çavkaniyê wergirt.
Wezareta Perwerdeyê 2 trîlyon û 459 milyar, Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî 2 trîlyon û 396 milyar, Wezareta Tenduristiyê 1 trîlyon û 961 milyar, Wezareta Parastinê jî 1 trîlyon û 533 milyar lîre asta çavkaniyê girtin. Ji bo Serokatiya Karên Diyanetê 229 milyar lîre, ji bo Rêveberiya Giştî ya Emniyetê 716 milyar, ji bo Fermandariya Giştî ya Cendermeyan jî 499 milyar lîre hate pêşbînîkirin.
Teklîfa budçeyê ji bo 230 îdareyên giştî hate kirin. Tê payîn ku Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz ev budçeya hatiye pêşniyarkirin di 21ê Cotmehê de pêşkêşî Komîsyona Plan û Budçeyê bike.













