Parêzvanê mafê mirovan Bahadir Altan ê ku bertek nîşanî tayînkirina qeyimê li ser Halk TVyê dabû, ji ber parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal bi îdiaya “tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê” duh bi şev hatibû binçavkirin, bi kontrola edlî hate berdan.
Parêzvanê mafên mirovan Bahadir Altan, ji ber parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal ku tê de bertek nîşanî tayînkirina qeyimê li ser Halk TVyê dabû û bang li muxalefetê kiribû ku bi hev re têkoşînê bikin, duh bi şev li Îzmîrê hatibû binçavkirin. Bahadir Altan ê ku endamê berê yê desteya rêveberiyê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê bû, li ser parvekirina xwe ya di hesabê xwe ê Xê de, bo îfadedayînê gazî wî hate kirin ku biçe Midûriyeta Polîsan Konakê û li vir bi îdiaya “tehrîkkirina gel a ji bo kîn û dijminatiyê” hate binçavkirin.
Bahadir Altan îro îfade da û bi şertê qedexeya derketina derveyî welat û hefteyê carekê îmzedayînê hate berdan.
‘Bêyî çapemeniyê ne mixalefet ne siyaset dibe’
Bahadie Altan di parvekirina xwe ya li ser hesabê Xê de ku piştî tayînkirina qeyim a li ser Halk TVyê kiribû, wiha gotibû:
“Êdî ne ew qonaxê ku em bi daxuyaniyên mîna ‘nayê qebûlkirin’ derbas bikin, Bêyî çapemeniyê, ne tenê parêzvaniya mafên mirovan, nabe ku muxalefet û siyaset jî bêne kirin û hêviya aştiyê jî çênabe. Bêyî hêncet, muxalefeta gel a yekgirtî û têkoşîna li kolanê rêya yekane ye.”







