Rêveberiya portala nûçeyan a bi navê “Manşetîz” hem têketina pergala nûçeyan li rojnamegeran girt hem jî bi hinceta “nehatine kar” ew ji kar derxistin. 12 rojnamegerên mûçeyên wan bi mehane nayên dayîn banga piştevaniyê kirin.
Li Îzmîrê 12 rojnamegerên ku di portala nûçeyan a bi navê “Manşetîz” de dixebitîn, piştî ku daxwaza mûçe û heqê kartên xwarinê yên nehatine dayîn kirin, ji kar hatin derxistin.
Hat ragihandin ku mûçe û heqê kartên xwarinê yên edîtor û nûçegihanên Manşetîzê bi mehan e bi derengî tê dayîn. Xebatkaran anîn ziman ku piştî ku wan daxwaza heqê xwe kirine, rêveberiya şîrketê ew ji kar derxistine.
Hem têketina portalê girtin, hem gotin nehatine kar
Li gorî daxuyaniya hevpar a rojnamegeran, xebatkarên ku roja 11ê Cotmehê ji bo dest bi mesaiyê bikin çûn ber komputerên xwe, dîtin ku nikarin bikevin pergala têketina nûçeyan. 12 rojnamegerên ku diyar kirin ku ew amade bûn bixebitin lê ji ber girtina pergalê nekarîne erkên xwe bi cih bînin, eşkere kirin ku tevî ku sê rojan li bendê mane jî, bi hinceta “nehatina kar” li ser Kod 48an ji kar hatine derxistin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat diyarkirin ku rêveber Tahir Aygun bersiva xebatkarên ku daxwaza mûçeyên xwe dikirin wek, “Dema pereyên min çêbûn ez ê bidim” daye.
‘Em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û rêxistinî bidomînin’
Rojnamegerên ku ji kar hatine derxistin ragihandin ku heta ku hemû mûçeyên wan neyên dayîn ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî û rêxistinî bidomînin. Rojnamegeran bang li rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, hevkarên xwe û raya giştî kirin ku piştgiriyê bidin wan.













