Dayika Aştiyê Hatun Aslan a ku duh êvarê li Amedê krîza dil derbask kiribû, jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya JinNewsê; endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Hatun Aslan a ku duh êvarê li Amedê krîza dil derbas kiribû, jiyana xwe ji dest da. Hatun Aslan li Amedê ji dayik dibe û beşek mezin jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê derbas dike. Cenazeyê Hatun Aslan dê piştî nimêja înê li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê were veşartin.







