Piştî Serokê TBByê û Şeradariya Mersînê Vahap Seçer hat girtin û ji peywîrê hat dûrxistin ji bo diyarkirina serokatiya TBByê hilbijartin nû pêk hat. Di hilbijartinê de namzeta Yenî Partiyê Seroka Şaredariya Eskîşehîrê Ayşe Unluce bû serokwekîla TBBê.
Yekîtiya Şeradariyên Tirkiyeyê (TBB), piştî zindanîkirina Serokê TBByê û Şeradariya Mersînê Vahap Seçer, ji bo diyarkiririna serokatiya nû ya TBByê duh bi rojeva hilbijartinê kom bû. Hilbijartina li avahiya TBBê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê pêk hat, Seroka Şeradariya Eskîşehîrê ya Yenî Partiyê Ayşe Unluce û Serokê Şeredariya Kocaeliyê ya AKPê Tahîr Buyukakin bûn namzet û ketin pêşbaziyê.
Bi giştî 864 delegeyan di hilbijartinê de deng da û hilbijartin bi 4 tûran pêk hat. Delegeyên CHPê û DEM Partiyê di hilbijartinê de piştgiriya namzeta Yenî Partiyê kir. Di tûra 4emîn a hilbijartinê de namzeta Yenî Partiyê Ayşe Unluce 417 deng girtin û namzetê AKPê Tahîr Buyukakin jî 369 deng girtin. Bi vê encamê re namzeta Yenî Partiyê Ayşe Unluce bû serokwekîla TBByê.







