TUAY-DERa Êlihê derbarê zextên li ser girtîgehan de daxuyanî da û wiha got: “Her roj pêkanînên li girtîgehan zêdetir dibin û divê ji bo Pêvajoya Aştî û Cikava Demokratîk pêş bikeve gavên şênber werin avêtin.”
Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Êlihê derbarê binpêkirinên mafan ên li zindanan, dereng berdana girtiyan û ji bo avêtina gavên şênber ên ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li pêşiya avahiya Edliyeya Êlihê daxuyanî da. Li gel endamê û rêveberên TUAY-DERa Êlihê, endamên partiyên siyasî û saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta, “Ji taloqkirina înfazê re na, ji girtiyan re azadî” hat hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” hatin berzkirin.
‘Girtî dixwazin bigihîjin azadiya xwe’
Hevseroka TUAY-DERê ya Êlihê Nûriye Başçi di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Rawestandina şer dest pê kiriye, hêviyên li ser aştiyê roj bi roj mezintir bûne. Dema ku dayîk û malbat di pêvajoyeke wiha de bi hêvî û bawerî li bendê ne ku deriyên girtîgehan bên vekirin. Ji bo girtiyên siyasî ev pêvajo bûye hêviyeke mezin. Daxwaza girtiyên siyasî ew e ku bi gihîştina azadiya xwe re di demekî herî kurt de tev li jiyana civaka demokratîk bibin û di şert û mercên azad de tevkariyê li pêvajoyê bikin.”
Nûriye Başçi anî ziman ku li girtîgehan her roja diçe rewşa girtiyên siyasî xirabtir dibe, zextên li ser wan zêde dibin û axaftina xwe wiha domand: “Bi taybetî girtiyên siyasî yên ku cezayê wan diqede serbest berdana wan tê taloqkirin, înfazên wan tên şewitandin û mafê wan ê azadiyê tê astengkirin. Ev mexdûriyet berdewam dikin. ?Bi vî rengî tiştên ku diqewimin nîşan didin ku zextên li girtîgehan her ku diçe roj bi roj tên girankirin.”
‘Bila pêngavên aştiyê mezin bikin’
Nûriye Başçi axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bang li Serokkomar, Wezareta Dadê, saziyên dewletê yên peywendîdar û rayedaran dikin ku pêngavên berbiçav ên ku dê rêya aştiyê vekin, rojek beriya rojekî biavêjin û dereng nehêlin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û lêdana çepikan bi dawî bû.













