Li Şirnexê piştî hilbijartina TSOyê Osman Gelîş û hevkarên wî dest bi kirinên çetewarî kir. Endamê Meclisa TSOyê Ugur Şakar ku bi “gefxwarinê” hate tawanbarkirin jî lê di îfadeya xwe de got ku wî bi îradeya xwe ray daye Lokman Besen.
Li Şirnexê hilbijartina Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (TSO) di 3yê Cotmehê de pêk hatibû û her du namzetên ketine hilbijartinê her yekî 12 kursiyên meclisê bidest xistin. Piştî ku di hilbijartinê de serok nehat diyarkirin, 24 endamên meclisê yên hatine hilbijartin ji bo serok diyar bikin careke din hilbijartin pêk anîn û di encamê de Lokman Besen bû Serokê TSOyê yê Şirnexê û Osman Gelîş yê ji sala 2009an vir ve serokê êdeyê bû têk çû.
Li ser vê yekê Osman Gelîş û hevkarên wî dest bi kirinên çetewarî kir. Osman Gelîş û hevkarên wî destpêkê Endamê Meclisa TSOyê Ugur Şakar birin cihê karê xwe û li vir jê xwestin eşkere bike ku di hilbijartinê de dengê xwe daye kî. Derbarê meseleyê de koça navborî vîdeoyek Ugur Şakar li dijş îradeya wî parve kirin.
Wî desteser dikin û gefan lê dixwin
Li ser vê yekê Ugur Şakar îfade da Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Şirnexê. Îfadeya Şakar bi tawanbariya “Birîndarkirina bi qestî – gefxwarin” îfade emniyetê. Li gorî îfadeya Ugur Şakar ya li emniyetê; Osman Gelîş û hevkarên wî bi zorî telefona wî jê distînin û îşkenceyê lê dikin. Piştî îşkenceyê Osman Gelîş û hevkarên wî, gefan li Ugur Şakar dixwin û dixwazin Ugur Şakar bibêje ku, “Ji bo dengê xwe bide Lokman Besen ji aliyê Serokê DTSOyê Mehmet Kaya ve gef li wî hatiye xwarin û ji ber vê yekê dengê xwe daye Lokman Besen.” Li ser van pêkanînan Osman Gelîş hevalên wî Ugur Şakar neçar dimîne ku daxwaza wan pêk bîne.
Bi îradeya xwe ray bikar aniye
Piştî ku bi lêdan û gefan gotinên dixwazin li Ugur Şakar bidin gotinê û vê yekê digirin qeydê heman vîdoyê di hesabên dîjîtal ên Ugur Şakar de parve dikin. Gotinên ku bi gef û îşkenceyê ji devê Ugur Şakar girtine weke ku rast in parve dikin û bi van gotinên Şakar serî lê dozgeriyê didin. Ugur Şakar di îfadeya xwe de destnîşan dike ku gef li wî hatiye xwarin û bêyî xwestek û îradeya wî vîdeo hatiye belavkirin û li ser navê wî gotim hatine kirin. Şakar di îfadeya xwe de diyar kir ku ew di bin gefa kesekî an jî kesan de nemaye û bi îradeya xwe ya azad raya xwe bikar aniye.
Osman Gelîş ji kî hêzê digire?
Lê balkêş e ku Osman Gelîş û hevkarên xwe vê hêzê ji ku derê digirin ku di nava bajêr de kesekî desteser bikin û îşkenceyê lê bikin. Ev gefxwarin û îşkence tenê ne encama hilbijartinekî ye. Hatenzanîn ku Osman Gelîş û hevkarên xwe hêza AKPê û ya rayedarên dewletê yên Şirnexê li pişt xwe dibînin û cesaretê ji vê yekê digirin.













