Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn a Îzmîrê îtiraza li dijî biryara Dadgeha Înfazê red kir û bi vê yekê re berdan û tehliyeya girtiyê siyasî Mehmet Saît Yildirim careke din hate astengkirin.
Mehmet Saît Yıldırım ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Jimar 1 a Kiriklar a Îzmîrê tê girtin, tevî ku di 27ê Sibata 2025an de heyama xwe ya 30 salan a înfazê tije kiribû jî, tehliyeya wî ji aliyê Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatibû taloqkirin.
Tevî ku cezayê wî yê dîsîplînê tune ye û di qeydên girtîgehê de hatiye diyarkirin ku li gorî rêgezan tevgeriyaye jî, bi îdiaya “dê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re bidomîne” tehliyeya wî nehatibû kirin.
Dadgeha 2. a Înfazê ya Îzmîrê, di 3ê Îlona 2026an de derbarê Mehmet Sait Yildirim de biryar dabû. Li ser vê yekê, parêzerê wî Fatma Demîrer di 7ê Îlona 2026an de bi daxwaznameyekê li dijî biryarê derketibû û serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn dabû. Dadgehê diyar kir ku di biryara Dadgeha Înfazê de ‘li gorî usûl û qanûnan ti aliyekî xelet tune ye’ û îtiraz red kir.













