• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

    Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Li Wan û Colemêrgê qûrbaniyên 10ê Cotmehê hatin bîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Qurbaniyên 10ê Cotmehê li 4 bajaran hatin bibîranîn

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

    Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê li Amedê hatin bibîranîn

    Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

    Li Îzmîrê bîranîna 10 Cotmehê: Em ê dev ji qîrîna aştiyeke bi rûmet bernedin!

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

    Dayikên Şemiyê: Kujerên Mecît Baskin li ku ne?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

10 COTMEH 2026 - 13:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê, Colemêrgê, Riha û Îzmîrê weke her hefteyê li aqûbeta windayan pirs kirin û xwestin kujer werin cezakirin. Li Amedê hate xwestin ku faîlên 11 welatiyên di binçavan de hatin kuştin werin darizandin.

Çalakiya Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlihê, Colemêrg, Riha û Îzmîrê berdewam dike. Li Amedê li faîlên 11 welatiyên ku di 9ê Cotmeha 1993yan de li Pasûrê hatibûn windakirin, hatin pirsîn. Li Colemêrgê jî li faîlên Haci Ahmet Er hate pirsîn. Li Rihayê li aqûbeta Bedîrhan Tuysuz hate pirsîn, li Îzmîrê jî li faîlên 11 welatiyên li Pasûrê hatibûn kuştin hate pirsîn. Li Êlihê jî qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê hatin bibîranîn.

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 922yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê berdewam kir. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. ÎHDê û Xizmên Windayan di çalakiya vê hefteyê de li faîlên 11 welatiyên sivîl ku di 9ê Cotmeha 1993yan de li gundê Mezraya Kepirê ya bi ser navçeya Pasûrê ya Amedê ve hatibûn windakirin, pirsîn û xwestin faîl bên darizandin.,

‘Faîl hê jî tên parastin’

Pêşî Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz axivî û da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Wê rojê ve heta niha em pirsîna aqûbeta 11 gundiyên ku careke din me agahî ji wan negirtiye dikin. Mixabin ev 11 gundî jî yek ji mînakên pir diyar û pir eşkere yên vê polîtîkaya cezayê ya sedsalî ne. Li ber çavê her kesî ew mirov çûn û hatin birin û hatin tunekirin û ew fail hêj jî tên parastin û mixabin em di pir caran de hîn jî lîstikvanên vê karî li ser televîzyonan dibînin û canê me diêşe mixabin.”

Amed

‘Em dest ji daxwaza edaletê bernadin’

Metna serpêhatiya windakirina 11 gundiyan ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a ÎHDa Amedê Mûrat Yuksek ve hate xwendin. Mûrat Yuksek da zanîn ku çend sal derbas dibin bila bibin ew ê ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celîl Aydogdu, Behçet Tûtûş, Mehmet Şerîf Avar, Hesen Avar, Bahrî Şimşek, Mehmet Şah Atala, Tûran Demîr, Abdo Yamuk, Nusredîn Yerlîkaya, Umît Taş ên ku di binçavan de bi darê zorê hatin windakirin û ji bo hemû windayan ew ê dest ji daxwaza edaletê bernadin. Mûrat Yuksek wiha got: “Divê dewlet di çarçoveya rêgezên hiqûqa gerdûnî de tevbigere û faîlan derxe holê.”

Çalakiya xizmên windayan bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê dawî bû.

COLEMÊRG

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 248an de li Kolana Hunerê ya Geverê ya Colemêrgê li dar xist. Di vê hefteyê de jî aqûbeta Haci Ahmet Er ê ku di 15 tebaxa 1995an de li gundê Marufan a navçeya Çelê ya Colemêrgê di bin çavan de hatibû windakirin, hate pirsîn.

Di destpêka çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmeyê ya Gara Enqereyê hatin bibîranîn û ji bo wan edalet hat xwestin. Piştre metna daxuyaniyê ji aliyê rêveberê ÎHDê yê Colemêrgê Musa Bor ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 31 sal in kujerên Haci Ahmet Er nehatine darizandin û divê lêpirsîneke bibandor û berfireh bê kirin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

ÊLIH

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 758emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de qurbaniyên Komkujiya 10ê Cotmehê hatin bibîranîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê, Xizmên Windayan, Partiyên siyasî yên bajêr, Dayikên Aştiyê, aktivistên TJAyê û gelek endamên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine windakirin hildan. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê ÎHDa Êlihê Ahmet Şîray ve hate xwendin.

Piştî daxuyaniyê girseyê berê xwe da ser Goristana Girbereşkê û qurbaniyên komkujiya 10ê Cotmehê bi bîr anî.

Êlih

RIHA

Şaxa ÎHDê ya Rihayê û Xizmên Windayan di hefteya 85an de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar xist. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin. ÎHDê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Bedîrhan Tuysuz ê ku di sala 1979an de li gundê Kilicinê yê navçeya Curnê Reş a Rihayê bi zorê hatibû rewandin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hate pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de serpêhatiya windakirina Bedîrhan Tuysuz hate xwendin.

Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştanê bi dawî bû.

Riha

ÎZMÎR

Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê jî ji bo windakiriyên di binçavan de li ber avahiya ber Sumerbankê ya Kevn a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Winda wijdana me ne, xwedî li wijdana xwe derkevin” û “Winda diyar in, kujer li ku ne?” ku wêneyên windayan li ser bûn hatin vekirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê endamê Desteya Rêveberiya ÎHDê Denîz Bayrak ve hate xwendin. Di daxuyaniya li Îzmîrê de jî li faîlên 11 welatiyên li Pasûrê di binçavan de hatibûn kuştin, hate pirsîn.

Piştî daxuyaniyê girseyê pênc deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anî.

Îzmîr
Etîket: Xizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne