• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
10 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    KURDÎGEH dest bi serdema nû ya perwerdehiya Kurdî dike

    KURDÎGEH dest bi serdema nû ya perwerdehiya Kurdî dike

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Ji bêrîvantiyê ber bi tevgera azadiyê ve: Rojîn jî bû lehengek welatê xwe

    Bi hezaran li Amed, Sêrt û Êlihê Komploya 9ê Cotmehê şermezar kirin

    ‘Baweriya ji pêvajoyê, bi azadiya Serokê me ve girêdayî ye’

    ROJEVA 25ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 10ê COTMEHA 2026an

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

    Li Egeyê komplo hat protestokirin: Tu komplo dê nikaribe îradeya azadiyê bişikîne

    Li Egeyê komplo hat protestokirin: Tu komplo dê nikaribe îradeya azadiyê bişikîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Serhat Toptaş / AW

10 COTMEH 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Mamosteyê KURDÎGEHê Şevket Acar ji bo serdema nû ya perwerdehiya zimanê Kurdî diyar kir ku hefteyeke din wê serdema nû ya perwerdehiyê dest pê bike, lê di nava salê de jî xelkê bajêr dikarin serî li komeleyê bidin.

Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) weke komeleyeke ziman, çand û hunerê ev nêzikî 3 sal in li Wanê xebatên xwe didomîne. Komale, zêdetir li ser zaravayê zimanê Kurdî û ji bo zaravayan ji asta destpêke heta asta mamostetiyê perwerdehiyê dide xwendekaran. Her sal di navbera 250 û 500 kes di van polan de mezûn dibin û komele ji bo zimanê dayikê li pêş bikeve xebatan dike. Serlêdanên perwerdehiya atolyeyên ziman meha Îlonê dest pê kir û di nav salê de jî kesên dixwazin perwedehiya zimanê Kurdi bibînin dikarin serlêdanê bikin.

Mamosteyê KURDÎGEHê Şevket Acar derbarê kar û xebatên komeleyê de ji Ajansa Welat re axivî.

‘Em xebata pêşxistina zimanê Kurdî dikin’

Şevket Acar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser kar û xebatên KURDÎGEHê û da zanîn ku komele wek berdewamiya komaleyên ziman ên mina KURDÎ-DERê kar û barên zimanê Kurdî dike. Şevket Acar diyar kir ku ji bilî perwerdehiya zimanê Kurdî ew bi panel, çalakî û bernameyan gelek xebatên ziman dikin û wiha got: “Her dem em li dijî polîtikayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî nerazibûna xwe tînin ziman. Di KURDÎGEHê de polên ku ji bo yên qet Kurdî nizan in bigre heta asta maostetiyê polên me hene. Em ji bo perwerdehiyeke zelal bidin di van polan de xebateke mezin dimeşînin. Perwerdehî piranî li ser zaravayê Kurmancî tê dayîn. Ji ber ku li bajarê Wanê kesên zaravaya Dimilkî diaxivin kêm in perwerdehî piranî li ser zaravayê kurmancî ye. Heke daxwaz çêbibin em amadene ku perwerdehiya Dimilkî jî bidin.”

‘Dê perwerdehiya online û ji bo zarokan polên taybet werin vekirin’

Şevket Acar destnîşan kir ku ew dê taybet ji bo zarokan polên perwerdehiyê û ji bo kesên nikarin bên saziyê perwerdehiyên online vekin. Şevket Acar destnîşan kir ku pêvajoyeke nû dest pê kiriye û wiha pê de çû: “Em jî li gorî vê yekê di kar û xebatên xwe de persfektîfek nû dixwazin li pêş bixin. Wek kedkarên qada ziman ji bo pêvojoya nû bibin bersiv amadekariyên me hene. Xebatên me yên perwerdehiyê di meha Îlonê de dest pê kir û heta dawiya meha Gulanê wê bidomin. Piştî vê jî em ê amadekariya serdema nû bikin. Hem ji aliyê mifredat û bernameyan hem jî ji aliyê teknîkî ve em ê perwerdehiyên xwe xurttir bikin. Havîne jî bi taybetî ji bo zarokan wê pol werin vekirin.”

‘Kengî bixwazin dikarin serî li KURDÎGEHê bidin’

Şevket Acar da zanîn ku ji bo serdema nû 6 polên perwerdehiyê amade ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê hefteya peşiya me starta perwerdehiyê bidin. Ji asta destpêkê heta mamostetiyê polên me hene. Her sal di navbera 250 û 500 xwendakar ji komeleyê mezûn dibin. Em zêdetir derfet peyda bikin û xebatên xwe li pêş bixin ew hejmar wê bigihîje hezar kesan. Ji ber ku potansiyela bajarê Wanê ji di vî warê de heye. Gelek kesên ku pêdîviya wan bi perwerdehiya Kurdî heye nikarin xwe bigehînin saziyên me. Lewma divê danasîna KURDÎGEHê di her warî de bê kirin. Perwerdehiyên me meha Îlonê dest pê dikin lê bi taybetî jî ji bo asta destpêkê û asta yekemîn di nav salê de jî em serlêdanan qebûl dikin. Li gorî hewcedariyê polên nû vedikin. Em bangawaziyê dikin ku hemû Kurd ji bo zimanê xwe li pêş bixin û biparêzin tev li xebatan bibin.”

Etîket: KURDÎGEHPerwerdehiya Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

Ji Wanê bang kirin: Mafê zimanê dayikê mafekî mirovî ye

14 ÎLON 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

‘Divê bi fermî mafê Kurdan û ziman were naskirin’

2 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

15 GULAN 2026
Li Wanê gotûbêja ‘Dengbêjî û Şakiro’ hat li darxistin

Li Wanê gotûbêja ‘Dengbêjî û Şakiro’ hat li darxistin

13 GULAN 2026
Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi konsera Koma Aryen dest pê kir

Li Wanê rêzekonserên 15ê Gulanê bi konsera Koma Aryen dest pê kir

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmehê
    Li hemberê xefikê, parastina Komara Demokratîk

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Parastina bi agir: Hûn nikarin roja me tarî bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne