*Komploya Navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an bi derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, di navbera hêzên navneteweyî û dewletên herêmî de veguherî toreke hevkariyê. Ji Romayê heta Moskovayê, ji Atînayê heta Naîrobiyê, Komploya Navneteweyî ya 129 rojan ku bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye, bi tevlibûn û hevkariya 14 dewletan hat encamkirin.
*Şêx Mehmûd Berzencî ku li dijî Brîtanyayê têkoşîneke mezin meşand, bi komplo û xefikan hat girtin û bandora wî hat şikandin. Heman hêzên hegemon heman komplo li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kiribûn û dixwestin di sedsala nû de jî Kurdan ji hemû mafan bêpar bihêlin.
*Rojnemevan Azad Altay derbarê êrîşên ser çapemeniyê de destnîşan kir ku divê hemû çapemeniya muxalîf li hember desthilatdariyê dengê xwe bike yek û bi lêv kir ku bi piştgrî û bertekeke xurt ew dikarin pêşiyê li van pêkanînan bigirin.
*Dayika Esma ango Esma Murad a ji Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê ku di sala 1991ê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtibû, ji roja ku komplo pêk hat û vir ve nêzî 28 sal in tenê cilê reş li xwe dike û diyar kir ku jiyaneke bê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê heram e û wiha got: “Em di vê hêviyê de ne ku demeke nêz de Rêber Apo bi fizîkî di nav gelê xwe de be.”
*Hevserokê MED-TUHAD FEDê Kerem Canpolat têkildarî zext û zordariyên li girtîgehan da zanîn ku heger ku behsa jiyanek hevpar û aşitiyê bê kirin divê dest pê kê ev yek xwe di zindanan de nîşan bide û da zanîn ku dewletê heta niha gaveke ber bi çav neavêtiye.
*Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan diyar kir ku gavên ku nafakayê dikin armanc, di bingehê de mafê veqetandina jinan dikin armanc û wiha got: “Biryar dê di Hezîrana sala 2027an de bikeve meriyetê. Dema ku ev zagona nû were nivîsandin, jin bêdeng namînin, dê bi daxwazên xwe li qadan bin. Em azadiya jinan ji însafa dewleta mêrperest re nahêlin.”
*Rêveberên saziyên çand û hunerê derbarê mihrîcanên Wezareta Çand û Turîzmê de gotin ku ev bername li derveyî çanda gelê Kurd e û bernameyên bişaftina civakê ye.
*Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê ji ber komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, dê bi dirûşma “Bi şîara ji bo statu, aştî û azadiyê meşa ji birêz Ocalan re azadî” ji ber avahiya Ncityê ya li navçeya Rezanê heya ber AZC Plaza ya li semta Ofîsê ya Amedê meşekê li dar bixin. (17.00)
* Wê li gelek bajarên Serhedê salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye meşandin bê protestokirin. (13.00 – 18.00)
*Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê li ber Avahiya OSYMê ya Alsancakê daxuyaniyekê bide. (18.00)
*Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê ji bo 9ê Cotmehê destpêka Komploya Navneteweyî şermezar bike li Qada Saraçhaneyê daxuyanî bide. (18.00)
Kirmanckî
*Tarîxnas Dr. Îsmet Konakî ser Prosesê Aştî û Komelê Demokratîkî, rolê akademisyen, nuştox û civakî û stratejîya bipawitiş û havarberidişê ziwanê Kirmanckî (Zazakî) nirxandinêk kerd û vat ke teyna pawitiş çare nîyo, gerek gamê pratikî bêrê eştene.










