• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

Amed / AW

7 COTMEH 2026 - 11:56
Kategorî: EKOLOJÎ
A A
Pinpinîka Sultanê ku bi navê “Şahbanûya Afrîkayê” jî tê naskirin îsal li seranserê Baxçeyên Hewselê û newala Çemê Dîcleyê li her derê derdikeve pêş.Wênekêş Mehmet Masum Suer li Baxçeyên Hewselê wêneyekî Pinpinîka Sultanê ku di bin tîrêjên rojê de baskên xwe bi temamî vekiri bû û xwe germ dikir kişand.

Pinpinîka Sultanê ku bi navê “Şahbanûya Afrîkayê” (African Queen) jî tê naskirin û berê tenê li hindek deverên taybet dihat dîtin, îsal li seranserê Baxçeyên Hewselê û newala Çemê Dîcleyê li her derê derdikeve pêş. Wênekêş Mehmet Masum Suer li Baxçeyên Hewselê wêneyekî Pinpinîka Sultanê ku piştî hewaya hênik û baranê, di bin tîrêjên rojê de baskên xwe bi temamî vekiri bû û xwe germ dikir, kişand.

Pinpinîk ji bo ku karibin bifirin û tevbigerin hewcehiya wan bi germahiya rojê heye. Ji bo ku laşê xwe germ bikin, baskên xwe bi temamî vedikin û demekê vekirî dihêlin. Pispor diyar dikin ku ji bo pinpinîk bikaribe bifire, nektarê kom bike û cotekî bibîne, divê germahiya beşa sînga wê bigihe nêzîkî 30 heta 40 pileyan. Pisporên pinpinîkan li ser vê rewşê van agahiyan didin: “Di serê sibê de yan jî di hewaya hênik de, ew ji bo komkirina germê baskên xwe bi berfirehî vedikin û hema hema mîna panelên rojê tevdigerin. Ev germahiya ku li ser baskan tê komkirin, bi rêya damarên rasterast derbasî laşê pinpinîkan dibe. Bi taybetî cureyên pinpinîkên koçber, ji bo ku rêya xwe bibînin pêdiviya wan bi tavê û aliyê hatinê yê tîrêjên tavê heye.”

Pinpinîka Sultanê ji ber ku hez ji hewaya germ û şil dike; ev yek jî Baxçeyên Hevselê dike jîngeheke îdeal ji bo vî cureyî. Pinpinîka Sultanê xizmê pinpinîka navdar a ku bi navên “Kral an şahbanû” tên naskirin ku li parzemînên Amerîkayê dijî. Ev pinpinîk bi wê yekê navdar in ku piştî havînê cihên xwe yên zayînê li bakurê rojhilatê Amerîka û Kanadayê diterikînin û di demsala payîzê de mesafeyeke nêzîkî 5 hezar kîlometreyî difirin heta Meksîkayê.

Etîket: PerperokpinpinîkPinpinîka SultanêŞahbanûya Afrîkayê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şaredariya Riya Armûşê navê “Perperok” zindî dihêle

Şaredariya Riya Armûşê navê “Perperok” zindî dihêle

7 ÇILE 2026
KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

KURDÎGEH: Heta zimanê Kurdî nebe xwedî statu aştiyeke rast pêk nayê

6 ÇILE 2026
Abdullah Zeydan: Guhertina tabelaya Kurdî bêtehemuliya li dijî nasnameya Kurdan e

Abdullah Zeydan: Guhertina tabelaya Kurdî bêtehemuliya li dijî nasnameya Kurdan e

6 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne