• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Abdullah Esen / AW

7 COTMEH 2026 - 10:27
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Sêrt – Welatiyên gundê Şidada yê navçeya Dihê ya Sêrtê ku kizwanan diçinin, anîn ziman ku ew kizwanan dikin sabûn, qehwe, rûn û melhem û dan zanîn ku qehwe û sabûna kizwanan ji bo hin nexweşiyan jî baş in.

Karê çinîna kizwanan di meha navîn û dawî ya demsala payîzê de tê destpêkirin. Dema ku rengên kizwanan hemû ji zer û sorbûnê vedigerin rengê kesk êdî gundî dest bi çînina wan dikin. Kizwanên ku tînin malê di nava avê de dişon. Dema ku tên şûştin, kizwanên ku dertên ser rûyê avê wan diavêjin û yên ku dimînin jî tên zuwakirin. Kizwanên ku tên paqijkirin jî bixwê dikin û li ber tavê radixin. Ji bo ku baş hişk bibin, rojê çend caran tên lihevxistin. Piştî hişkbûnê li gorî bikaranîna wan tên bijartin. Dema ku tên hişkkirin, tên qelandin û paşê jî di aşê de tên hêrandin. Ji van qizwanên tên qelandin û hêrandin qehwe jî çêdibe. Hin ji wan kizwanan jî tên hêrandin û di sîtiland de bi saetan tên kelandin û rûn jî jê dertê. Ji wî rûnî sabûna kizwanan a xwezayî dertê, ew ji bo por û çermê laşê mirov gelek bifeyda ye. Kizwanên şûştî yên xwêkirî gelek caran weke çerezên zivistanê jî tên xwarin. Karê çinîna kizwanan ji destpêkê heta dawiyê, ji bo aboriya gundiyan gelek baş e.

Şêniyên gundê Şedada yên navçeya Dihê ya Sêrtê destnîşan kirin ku karê çinîna kizwanan li Kurdistanê pir girîng e û kedeke xwe ya zêde heye û gundiyan bi lêv kirin ku hem ji aliyê aboriyê ve û hem jî ji aliyê tenduristiyê ve kizwan gelek baş in.

Dikin sabûn û qehwe

Yek ji şêniyên gund Hîkmet Sevîlgen a 63 salî ku bi salan e bi karê çinîna kizwanan re mijûl dibe, diyar kir ku ew serê sibehê zû radibin, diçin kizwanan berhev dikin û ew pêvajo wiha vegot: “Karekî gelek zehmet e. Hemû der çiya ne, dar in û rê nexweş in. Em pêşî kizwanan tînin dişon, zuwa dikin û ji bo ku bibe sabûn amadekariyan dikin. Em dixin torbeyan ji hev didin weşandin û ber tavê hişk dikin. Ji 30 kîlo kizwanên berhûrik 20 kîlo sabûn derdikeve. Destpêkê em dikelinin û dixin nava sêniyan. Ji bo çêkirinê me kuçikên pehn datanî xwarê û me dixist êtûn. Em kizwanan datînin ser agir ew bi saetan dikele. Çawa ku dims tê çêkirin dikele, ev jî bi heman awayî tê çêkirin. Me berê sabûn nedikirî, me pê cilên xwe û serê xwe dişûşt. Me carinan jî dianî li ser sêlikan hûr dikir, diqeland û dikir qehwe jî. Ya din jî me bangeran li ser digerand heta hûr dibûn û rûn pê diket. Me arvan bêrî ser wî rûnê dida û gelek caran me dikir nanê kade. Jiyana me ya gund ev bû.”

‘Feydeyên wê gelek in’

Remziyê Sevîlgen a 61 salî ku bi salan e ew jî li gund heman karî dike, anî ziman ku ew kizwanan diçînin, tînin dişon bixwê dikin, radixin ber tavê û wiha qala çêkirina sabûn û qehweya kizwanan kir: “Dema em kizwanan hişk dikin, dibin aşê dihêrin, dixin rûn, sabûn û gelek dermanên cuda jî jê dertên. Dema ku em çêdikin jixwe dermanên wê heye, ew jî berê xweliya agir bû. Me toza wê xweliyê digirt û dixist nava ava kizwanan. Ew gelek baş e, ji bo kenika nava serê mirovan, paqij dike û por bihêz dike. Feydeyên wê gelek in. Demên berê me kizwan dixistin nava dimsê û me jê re digot meramîs û me dixwar. Gelek caran me dixist nava nan û me jê re digot, navreşk. Qehweya wan jî çêdibe. Rûnê wan dema mirov sibehê li xurînî weke kevçiyek bixwe, ji bo mîdê gelek baş e. Çêkirina sabûnê gelek li ber xwe dide, ew weke 6-7 saetan li ber xwe dide. Çiqas bê lihevxistin û li ser agir bimîne ew qas baş e. Dema ku em dixin nava sêniyan av xwe berdide binî û yê dinê jî li ser sêniyê dimîne. Ew jî şevekî di sêniyê de dimîne û hişk dibe, dibe qalib. Piştre em pala wan didin deran da ku tam hişk bibin. Piştre em wan bi têlan dikin qalibên biçûk. Ew jî hê beriya ku tam hişk bibe tên perçekirin, da ku hûr nebin. Em li Sêrtê kîloya wan bi hezar û 200-300î didin, dema ku em dişinîn bajarên cuda, em didin bi hezar û 500 lîreyî.”

‘Sabûna kizwanan ji bo bîrovê û qelşên binê lingên mirov baş e’

Emîn Îlhan ê 42 salî jî da zanîn ku karê kizwanan karekî gelek zehmet e. Emîn Îlhan got ku ew piştî sê çar rojan kizwanan zuwa dikin li makîneyê dixin, makîne jî rûn û qirêja wan ji hev diqetîne û wiha qala çêkirin û feydeya kizwanan kir: “Ji bo 80 kîloyî em weke 20 lître av lê dikin. Dûre em rûnê paqij berdidin nava wê avê. Piştî ku hinek dem derbas dibe em hindik hindik avê berdidin. Ew sabûn êdî di navbera 5-6 saetan, carinan heta 7 saetan de jî tê kelandin. Şeş kîlo rûn kîloyek parav pêdikeve. Dema ku mirov zêde jî û kêm jî bidê tam çênabe. Divê tam di hemdê xwe de bê çêkirin. Dema ku mirov zêde biavêje navê ew rûn dişewite û xera dibe. Dema ku kêm be jî ew sabûn baş hevûdin nagire û zû dihele. Sabûna kizwanan ji bo bîrovê û qelşên binê lingên mirov baş e. Ji bo hucreyên laşê mirov jî gelek baş e û di nav de vîtamîna B-1ê heye. Nahêle ku ew hucre biqedin, wan zindî dihêle û cihên ku bibin birîn wan jî digire. Li gorî ku tê gotin, dibêjin; sabûna ku 7 salan bimîne ji bo zerikê gelek baş e. Hin tiştên weke şampûanê hene ew dîroka wan heye. Lê ev ne wisa ye. Çiqas bimîne ew qas baş dibe. Ji xeynî sabûnê dibe qehwe, melhem û ew melhem jî bi kêrî şewatê tên. Qehweya wê ji bo nexweşiya astimê gelek baş e. Û ji bo ku mirov tişta ji bîr neke feyda xwe jî heye. Cudatiya rûnê kizwanan û yê zeytûnan gelek e. Rûnê kizwanan li gorî yê zeytûnan di nava xwarinê de hinek giran e. Lê hinek kes hene tên cem me ji bo xwarinê jî dikirin.”

 

Etîket: Emîn Îlhangundê ŞidadaHîkmet SevîlgenkizwanRemziyê Sevîlgen
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne