• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Wan / AW

7 COTMEH 2026 - 09:52
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Deriyê Meher ê ji serdema Ûrartûyan maye, weke berhemeke bêhempa girîngiya xwe diparêze. Ev berhem derbarê jiyana olî, civakî, aborî û çandî ya Ûrartûyan de gelek agahiyên girîng dide.

Li bajarê Wanê, li ser quntara Çiyayê Zîmzîmê, berhemeke bêhempa ya dîrokî radiweste. Deriyê Meher ji serdema Ûrartûyan maye û li gorî wan ev derî vedibe cem Xwedê. Ev deriyê ku ji aliyê qralên Ûrartûyê Îşpûînî û kurê wî Menûa ve beriya zayînê di dawiya sedsala 9an de hatiye çêkirin, yek ji perestgehên herî girîng a vekirî ya di çanda Ûrartûyan de ye.

Taybetmendiyên Mîmarî û Nivîsa Bizmarî

Deriyê Meherê ne deriyekî asayî ye; ew dergehekî pîroz e ku rasterast di hundirê zinar de hatiye kolandin. Derî ji du çarçoveyan pêk tê û dişibe deriyekî girtî. Bi dîtina baweriya Ûrartûyan, ev dergeh sînorê navbera cîhana mirovan û cîhana Xwedayan bû. Katasrof (hişkesalî, karesatê xwezayî û hwd.) an jî di rojên pîroz de, xwedayên wan di vê dergehê re derbasî cîhana mirovan dibûn.

Navê 79 Xwedayên Ûrartûyan li ser nivîsiye

Li ser dîwarê vî derî nivîseke dirêj a bi şêwazê bizmarî (nivîsa mîxî) heye. Ev nivîs wekî hiyerarşiya baweriyê ya Urartûyê tê qebûlkirin. Di nivîsê de navê 79 Xweda û Xwedawendên Ûrartûyî (46 ji wan nêr in û 33 jî mê ne) tên diyarkirin. Di serî de Xwedayê mezin ê şer Xaldî dû re Xwedayê hewa, bahoz, û brûskan Teshûba û Xwedayê rojê Shîvînî cih digirin.

Ji bo Xwedayan qûrban hatine dayîn

Di berdewamiya nivîsê de qurbaniyên ku divê ji bo her Xwedayî bêne pêşkêşkirin (hejmara pez û çêlekan) bi berfirehî hatine rêzkirin. Ji bo Xwedayê Xaldî 17 ga û 34 pez, ji bo Xwedayê Teişeba 6 ga û 12 pez, ji bo Xwedayê Şivini 4 ga û 8 pez û ji bo Xwedayên din jî gayek û 2 pez hatine destnîşankirin. Ji bo Xwedawendan jî çêlek û pezek hatine qurbanîkirin.

Ne tenê ji bo xwedayan, ji bo sembol û cih û deverên pîroz ên şaristaniyê jî qurbanî hatine dayîn. Weke Darê Xaldî, Mîrza, Hêza Xaldî, çiya, rûbar, behr, rê û derbazgehên pîroz ên di baweriya animîst a Urartûyan de.

Di nivîsê de behsa aborî û çandiniyê jî tê kirin

Di beşa dawî ya nivîsê de agahiyên aborî û çandiniyê hene. Qral Îşpûînî û kurê wî Menûa dibêjin ku wan ji bo Xwedayê Xaldî rez û baxçeyên nû yên tiriyan dane çandin. Katasrof an jî di dema berhevkirina tiriyan de divê ji bo Xaldî û meclîsa Xwedayan 3 pez bêne serjêkirin û mey ji bo pîroziyê li ser erdê bê rijandin.

Gotegotên Li Ser Deriyê Meher

Her wiha di nav gelê herêmê de derbarê vî derî de gelek gotegot û çîrokên gelêrî yên mîna “Şivana Jin” tê gotin. Li gorî efsaneyê şivaneke jin a li taxa Akkopruyê dijî, rojekê dema ku pezê xwe ber Deriyê Meher diçerîne, dengekî bilind dibihîze. Dibêjin deng ji derî tê û derî vedibe û şivana jin di pişt derî de xezîneyan dibîne. Şivan ji bo zêran derbasî hundir dibe derî bi ser de tê girtin. Piştî vê bûyerê şêniyên taxê qurbaniyan didin da ku şivana jin bibînin lê tu encam jê nagirin heya ku rojekê derî vedibe û dibînin ku şivan di hundir de bûye kevir û di paxila wê de jî tije zêr hene.

Li gorî gotegotek din jî her heftê roja înê ew derî şev vedibe û tê girtin.

Girîngiya Deriyê Meher a dîrokî û çandî

Deriyê Meherê, ne tenê şopeke mîmarî ye; ew çavkaniya sereke ye ku zanyar jê bawerî û rêxistina civakî ya Ûrartûyan fêm dikin. Îro roj jî dîroka şaristaniyên Mezopotamyayê ronî dike.

Etîket: Çiyayê ZîmzîmêDeriyê MeherÛrartu
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

Gundê Porê: Li qeraxa Behra Wanê şibakeyek bihûştê

10 HEZÎRAN 2026
Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

3 HEZÎRAN 2026
Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

Berfa zêde jî ava Gola Wanê zêde nekir: Xeterî mezin e

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne