Li dibistanek navçeya Başakşehîra Stenbolê êrişek bi kêr pêk hat û 6 xwendekar birîndar bûn.
Li Dibistana Şeyh Şamîl a Îmamhatîpê ya li navçeya Başakşehîra Stenbolê xwendekarek ku li dibistanek cuda perwerdehiyê dbiîne, bi kêrê êrişî xwendekaran kir. Li gorî agahiyan; ev xwendekarê êrişkar şeveqê hatiye pêşiya dibistanê û êrişî xwendekarên ku dikevin dibistanê kiriye. Di êrişê de 6 xwendekar birîndar bûn. Piştî gilîkirinê polîs hatin cihê bûyerê û faîlê 15 salî kirin binçavan.












