• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Navenda Nûçeyan / AW

3 COTMEH 2026 - 13:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta windayan hate pirsîn û hate xwestin ku kujerên bên darizandin.

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” ku her hefte li dar dixin domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Vahît Narîn, Mehmet Zekî Ayyildiz û Mecît Baskin hate pirsîn û hate xwestin ku kujer bên darizandin.

Amed

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” di hefteya 921emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Parazvanên mafên mirovan, endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî û xizmên windayan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin.

ÎHDê û xizmên windayan di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Vahît Narînê di 2yê Cotmeha 1992an de li navçeya Pasûrê ya Amedê hatiye windakirin hat pirsîn.

Destpêka çalakiyê Sekreterê ÎHDê yê Şaxa Amedê Firat Akdenîz da zanîn ku 31 sal in ew ji bo kesên hatine windakirin li ber xwe didin û wiha axivî: “Heya ku aqûbeta windayên me aşkere nebe wê tekoşîna me berdewam bike.” Firat Akdenîz salvegera Qetlîama Vartînîsê jî bi bîr xist û anî ziman ku ew careke din Qetlîama Vartînîsê şermezar dikin.

Piştî Firat Akdenîz, keça Vahît Narîn, Îkram Narîn diyar kir ku bavê wî kesek xurt û welatparêz bû, ji ber vê yekê êrîşî bavê wî hatiye kirin û ew winda kirine. Îkram Narîn got ku divê êdî kujerên bavê wê werin darizandin û aqûbeta bavê wê were zelalkirin.

Piştî Îkram Narîn, çîroka Vahît Narîn ji aliyê Rêveberê ÎHDê ya Şaxa Amedê Yahya Polat ve hat xwendin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên hatine windakirin bi dawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 757emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de li aqûbeta Mehmet Zekî Akyildiz ê ku di 15ê Îlona 1993yan de dema ji mala xwe ya li gundê Qurtê yê girêdayê navçeya Farqînê ya Amedê derketibû û çûbû mala xwişka xwe û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatiye girtin hate pirsîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes amade bûn û wêneyên kesên ku di binçavan de hatine kuştin û windakirin hildan. Çîroka windabûna Mehmet Zekî Akyildiz ji aliyê Rêveberê ÎHDa Êlihê Metîn Nas ve hate xwend.

Çalakiya Xizmên Windayan û ya ÎHDê bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin.” di hefteya 247an de li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xistin. Parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan vê hefteyê aqûbeta Mecît Baskin ê ku 30ê îlona 1993an de li Enqereyê hatibû kuştin pirsîn.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê ÎHDê yê Colemêrgê Ozan Akbaş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 33 sal in kujerên Mecît Baskin nehatine darizandin.

Piştî daxuyaniyê kurê Macît Baskin Eren Baskin da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve ew li pey kujerên bavê xwe ye û diyar kir ku tevî hemû delîlan jî ji kujeran hesap nehatiye pirsîn.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Etîket: çalakiyên xizmên windayanXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

Xizmên Windayan: Em dixwazin kesên berpirsyar bên darizandin

19 ÎLON 2026
‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

‘Tenê yek daxwaza Berfo Kirbayir hebû ew jî dîtina kurê xwe bû’

19 ÎLON 2026
‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026
ÎHD: Gelên me gelek êşên mezin kişandin lê dewlet bi van êşan re hevrû nebû

ÎHD: Gelên me gelek êşên mezin kişandin lê dewlet bi van êşan re hevrû nebû

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne