Kovara Jineolojiyê û MKG dê endama Akademiya Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarselê bi bîrbîne.
Rojnameger, endama Akademiya Jineolojiyê û endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel di 4ê cotmeha 2022an de li Silêmaniyê hatibû qetilkirin. Ji aliyê kovara Jineolojî û Komeleya Rojnamegeran a Mezopotamyayê ya Jinan (MKG) dê ji bo Nagehan Akarselê di 4ê cotmehê de li Parka Ayşe Şanê ya li navçeya Rezanê, saet di 14.00an de bernameya bîranînê were lidarxistin.








