Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di vekirina Sala Nû ya Qanîndanînê ya Meclisa Tirk de axivî û derbarê qanûna çarcoveyî de destnîşan kir ku heke gavên pêwîst bên avetin, qanûna çarçoveyî dê bikeve meriyetê û got ku pêwîst bi destûrek bingehîn a nû ya sivîl heye.
Sala 5emîn a Qanîndanînê ya Heyama 28emîn a Meclisa Tirkiyeyê dest pê kir. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir û parlamenterên DEM Partiyê li Desteya Giştî ya Meclisê amade bûn. Piştî axaftina Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokkomarê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan li Meclisê axivî.
Beriya Erdogan dest bi axaftina xwe bike Serokê Giştî yê Partiya Yeniyê Ozgur Ozel û parlamenterên Partiya Yenî, Desteya Giştî ya Meclisê terk kirin û derketin derve.
‘Hewcedarî bi destûrek nû ya sivîl heye’
Tayyip Erdogan vebûna Meclisê li xelkê pîroz kir û wiha axivî: “Erdnigariya me xwedî pir rengî û dewlemendiyê ye. Helbet di nava partiyan de fikrên cuda jî dê hebin lê divê ev nebe sedema dijberiya hev. Divê li şûna dijbertiyê, lihevkirin hebe û siyaset bibe bingeha mutabakatê. Em ji vê re dibêjin mutabakata mezin a Tirkiyeyê. Pêvajoya li Tirkiyeyê jî mutabakateke bi vî rengî ye. Di 42 salên dawî de Tirkiyeyê ji ber ‘terorê’ hem çavkaniyên xwe xerc kir û hem jî ewledên xwe da axê. Lê niha bi qanûna çarçoveyî merhaleyeke nû dest pê kir. Ez ji bo pêvajoyê spasiya xwe ji Serokê MHPê birêz Devlet Bahçelî re dikim. Ji bo pêvajo bi awayek bêqeza û bêbela hat vê merhaleyê û ji ber xebatên wan ên girîng jî ji koma DEM Partiyê re spasiyê xwe dikim. Ji hemû partiyên siyasî ku piştgirî dan re spas dikim. Heke gavên pêwîst pêk hatin ev qanûn jî dê bikeve meriyetê. Pêdiviya bi destûreke bingehîn a nû ya sivîl jî careke din derketiyê holê. Divê Tirkiyê ji vê şerma destûra bingehîn a darbeyê rizgar bibe. Heke em vê yekê bikaribin bi ser bixin em ê dewleteke xurt û civakeke azad jî ava bikin û demokrasiyê pêk bînin.”
Erdogan piştî axaftina xwe çû ber koma DEM Partiyê û MHPê û silav da Tuncer Bakirhan, Tulay Hatimogûllari, Devlet Bahçelî û palrmaneteran. Erdogan pêşî çû cem koma DEM Partiyê û bi destê wan girt.














