Stenbol – Li dijî zext û zordariyê ji malbata Korkmaz; Mehmet Korkmaz (Bahoz) û M. Şerîf Korkmaz (Kemal) berê xwe didin têkoşîna azadiya Kurdistanê û şehîd dikevin. Kadriye Kormaz têkoşîn û bîranîna her du lawên xwe bi çavekî pîroz di dilê xwe de diparêze. Kadriye Korkmaz bal kişand ser zordariyê û wiha got: “Dewlet neheqiyê li zarokê min kir, ji bona wê zarokê min tev li partiyê bûn.”
Malbata Korkmaz ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye. 6 kur û keçekî vê malbatê heye. Li gund jiyaneke xweş dijîn. Zarok li gund karên cotkarî û sewalkariyê dikin. Dema ku salname ber bi salên 90î ve diçe zext û zordariya leşkeran li ser gund zêde dibe. Ji ber ku şêniyên gund Kurd in û doza azadiya Kurdistanê nas dikin. Yek ji zarokê malbatê Mehmet Korkmaz zewicî ye û hevjina wî ducanî ye. Leşker gelek caran diavêjin ser gund û zarokên malbata Korkmaz binçav dikin. Li dijî zext û zordariyê hêrs di nava zarokên malbata Korkmaz de zêde dibe. Mehmet Korkmaz dixwaze tev li Tevgera Azadiyê bibe. Lê birayê wî yê jê biçûktir Mehmet Şerîf Korkmaz xwe li pêşiya wî dixe û di sala 1991an de tev li Tevgera Azadiyê dibe. Piştî tevlibûna Şerîf Korkmaz (Kemal) zexta leşkeran li ser malbatê hê zêdetir dibe. Mehmet Korkmaz gelek caran tê girtin û di girtîgehê de îşkence lê tê kirin.
Zext û zordarî malbatê neçarî koçberiyê dike
Mehmet Korkmaz piştî ji girtîgehê derdikeve ji bo xeyalê xwe yê nîvcomayî pêk bîne, di sala 1993yan de berê xwe dide nav refên têkoşîna azadiyê û navê Bahoz li xwe dike. Her du bira piştî 2 salan li çiyayan rastî hev tên, lê ev hevdîtina wan a li çiya zede dirêj nabe. Mehmet Korkmaz (Bahoz) di 3yê Cotmeha sala 1993yan de li navçeya Kercewsê ya Êlihê şehîd dikeve. Li pey wî birayê wî yê biçûk Mehmet Şerîf Korkmaz (Kemal) jî di sala 1994an de li Çiyayê Reşkê yê li herêma Botanê şehîd dikeve.

Zext û zordariya dewletê ya li ser malbata Korkmaz her dem berdewam kiriye, malbat li dijî zext û zordariyê neçar dimîne ku koçî navenda Kerboranê û ji wir jî koçî Stenbolê bike. Lê zext û zordariya dewletê li Stenbolê jî li ser malbatê berdewam dike. Yek ji zarokê malbatê Mustafa Korkmaz jî gelek caran tê girtin û îşkence lê tê kirin. Mustafa Korkmaz jî neçar dimîne ku derkeve derveyî welat.
Kadriye Korkmaz bi salan e bi van êş û zordariya dewletê dijî. Piştî ku şehadeta zarokên xwe dem bi demak tiştan ji bîr dike. Hin caran navê zarok û neviyên xwe ji bîr dike. Lê tu carî zorakên xwe, têkoşîna û sedema tevlibûna zarokên xwe ya nav refên têkoşîna azadiyê ji bîr nekeriye. Tevî ewqas zext û zordariya dewletê jî Kadriye Korkmaz her çiqas dem bi deman bîranîn û serpêhatiyên li ser malbata xwe ji bîra bike jî lê têkoşîna zarokê xwe jî bîr nekiriye û her dem zarokên xwe di nav dilê xwe de parastiye. Ji bo Kadriye Korkmaz têkoşîn û biranînê her du lawên wê pîroziya herî bedew in.
Kadriye Korkmaz ji ajansa me re qala zarokên xwe kir.
‘Mehmet xwest tev li partiyê bibe lê Şerîf li pêşiya wî çû’
Kadriye Korkmaz diyar kir ku 6 kur û keçek wê heye û wiha axivî: “Em li Kerboranê li gund dijiyan. Jiyana me li gund gelek xweş bû, her tiştê me hebû. Li gund dexl û erdê me hebûn. Me bi bax û baxçeyan û sewalkariyê debara xwe dikir. Jiyaneke xweş bû. Kurê min Mehmet zewicî bû hevjina wî ducanî bû, Mehmet got; ez ê tev li partiyê bibim, lê birayê wî Mehmet Şerîf yê jê biçûktir nehişt û ji birayê xwe re got ‘tu zewiciyî, dê zarokên de çi bibe ji wan, lewma ez ê tev li bibim’. Mehmet Şerîf wisa tev li partiyê bû. Çawa ku Mehmet Şerîf tevlibû dewletê zextên xwe li ser me zêde kir. Gelek caran avêt ser mala me, Mehmet gelek caran hate girtin û di girtîgehê de îşkence lê kirin. Piştî ji girtîgehê derket ew jî tev li bû. Min ji Mehmet re got tu zewiciyî tev li nebe, lê ew jî tev li bû. Piştî tevlibûna her du zarokê min dewletê zextên xwe zêde kir û gefan li me dixwar.”
‘Ji ber êşê êdî hişê min diçe’
Kadriye Korkmaz destnîşan kir ku ji ber zexta dewletê wan koçî Stenbolê kiriye û wiha got: “Kurekê min Mustafa jî gelek caran hate girtin û paşê neçar ma ew jî koçî dewletan bike. Mustafa piştî ji girtîgehê derket jî dewletê dev jê berneda. Jixwe di girtîgehê de îşkence lê kiribûn. Mustafa ji ber zilma dewletê koçber bû. Dewlet neheqiyê li zarokê min kir, ji bona wê zarokê min tev li partiyê bûn. Her roj leşker li derdora mala me bûn. Mala me şewitandin, tu tişt ji me re nehiştin. Me ji gund koçî Kerboranê kir ji wir jî koçî Stenbolê kir. Min gelek êş kişand ji bona wê ez her tiştî ji bîr dikim, êdî hişê min diçe.”













