Serokê Komeleya Lihevkirina Civakî Mahmût Şîmşek xwest ku dewlet ji bo mafên hemû gelê Kurd qanûnan çêbike û diyar kir ku ew weke komele piştgiriya wekhevî, demokrasî û edaletê dikin.
Komeleya Lihevkirina Civakî derbarê serdema nû ya çêkirina qanûnan ên li meclisê de li avahiya komeleyê ya li Taxa Alîpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê daxûyanî da çapemeniyê. Serokê Komeleya Lihevkirina Civakî Mahmut Şîmşek daxuyanî xwend û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk.
Mahmût Şîmşek got derfeta ku ji bo aştiyê çêbûye gelekî girîng e û wiha axivî: “Meclis dest bi karê xwe dike. Di dema borî de xebata li ser demokrasi û aştiyê pêk hatî gelekî girîng e. Ev derfet, derfeteke girîng e divê neyê paşguhkirin.”
Mahmût Şîmşek şerê çekdarî yê di navbera PKKê û Tirkiyeyê de bi bîr xist û axaftina xwe wiha domand: “Em hêvîdar in ku; kaoseke xwînî ya çil û çend salan e ku didome, veguhere hawîrdoreke aştiyê ya demokratîk. Em hêvî dikin ku; piştî qonaxa bêçekkirinê, gavên pir girîng ên di bernameya ku zagonî bûye de, bêyî were derengxistin bên pêkanîn. Bi vî awayî, nîşanên rêya demokrasî û aştiyê divê di nav koman de bibin sedema gihiştina pêjîrî, wekheviyê, biratiyê û normalbûnê. Divê Meclîsa Tirkiyeyê, bi lihevkirina siyasî ya ku gihiştiye wê, êdî di pratîkê de jî li welat û li cîhanê demokratbûna xwe ya rastîn îspat bike.”
Mahmût Şîmşek herî dawî got ku divê dewlet ji bilî qanûnên ji bo bêçekkirinê, gavan ji bo hemû mafên Kurdan biavêje û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dewlet tenê ne ji bo PKKê, ji bo mafên hemû gelê Kurd qanûnan çêbike. Em weke komele piştgiriyê didin her cure gavên wekhevî, demokrasi û edaletê.”







