• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
01 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

    Leşkerên Tirk li Behdînanê daran dibirin lê hikûmeta Başûr bêdeng e

    Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

    Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

    DEM Partiyê malbatên Kaya û Yildiz li hev anî

    DEM Partiyê malbatên Kaya û Yildiz li hev anî

    Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

    Cenazeyê Mevlût Elver li Goristana Xaçortê hat veşartin

    Ji faîlên komkujiya Reyhanliyê Omer Xetîb hate binçavkirin

    Ji faîlên komkujiya Reyhanliyê Omer Xetîb hate binçavkirin

    Platforma Saziyên Demokratîk: Darvekirinên li dijî gelê Kurd demildest rawestînin

    ‘Divê em li dijî şerê taybet bi rêxistinî tevbigerin’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Esra Polat / AW

30 ÎLON 2026 - 08:38
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Amed – Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn di roja 5emîn de berdewam dike. Weşanxaneya Moriyê ku ji bo zarokan weşangeriyê dike, di fûarê de cihê xwe girtiye. Weşanxaneyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê ku ji 8 fasîkulan pêk tê amade kiriye.

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê ya 10emîn ku ji aliyê Odeya Bazirganiyê û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û TUYAPê ve li Navenda Fûar û Kongreyê ya Navneteweyî ya Mezopotamyayê tê lidarxistin di roja 5emîn de berdewam dike. Di van rojan de hezaran kesan serdana pêşangehê kirin û pirtûk stendin.

Di pêşangehê de ku eleqeyeke zêde ji bo weşanxane û pirtûkên Kurdî heye, nivîskar û xwîner di çalakiyên curbicur de tên cem hev. Yek ji van weşanxaneyên Kurdî jî Weşanxaneya Morî ye.

Weşanxaneya Moriyê bi tenê ji bo zarokan pirtûkên perwerdeyê amade dike. Armanca wê ew e ku, dixwaze bi rêya pirtûkan, bila xewn û xeyalên zarokan pêş bikevin û ev materyal di perwerdeya Kurdî de bên bikaranîn.

Weşanxaneya Moriyê armanca xwe wiha vedibêje: “Bi hişyariya ku zimanê zikmakî herî baş di zarokatiyê de tê hînkirin, ji bo ku zimanê Kurdî bi rêya materyalên cuda bê hezkirin, ji bo derûniya zarokan pirtûkên zanîn, hestiyarî, civakî û psîkomotor wê bên amadekirin. Naveroka pirtûk û materyalên me, bi hişyariya zayenda civakî, ekolojî, pêşveçûna çand û hunerê, ziman û zanînê, civakî û takekesiyê, bîrkarî û pêşveçûna tenduristî û fizîkî bi baldarî tên amadekirin. Her wekî din, em ê hemû pirtûkên zarokan bigihînin ber destên we.”

Weşanxane bi taybetî ji bo serdema pêşdibistanê materyalên perwerdehiyê, pirtûkên zarokan ên ku nivîsên wan kêm û di aliyê dîtbariyê de dewlemend amade dike. Weşanxaneya Morîyê ji bo perwerdehiya zarokan seta pêşdibistanê weke pirtûkan amade kir. Seta ji 8 fasîkulan pêk tê Mem Bawer û Ridvan Polat amade kiriye û Servet Denîz redaksiyona wê kiriye. Her pirtûkek ji bo mehekê tê bikaranîn.

Di naveroka wê de çand û folklora Kurdî, rojên taybet, reng, deng, têgeh, labîrent, rêzereng, boyaxkirin, matematîk, xweza û ekolojî, ceribandin, perwerde, şiklên geometrîk, fêrbûna dengan û gelek tiştên din di naveroka setê de cih girtine.

Xebatkara Weşanxaneya Moriyê Berîtan Aykût derbarê eleqeya berhemên Kurdî û pirtûkên zarokan de ji ajansa me re axivî.

‘Standa me rastî eleqeyeke mezin tê’

Berîtan Aykût diyar kir ku bi berhemên xwe yên zimanê zikmakî ve bala malbat û zarokan dikişînin û got: “Di standa me de ji bo zarokên di temenê pêşdibistanê de seteke taybet ku ji 8 fasîkulan pêk tê û kartên fêrkirinê yên ku alîkariya fêrbûna lîstik, hejmar û rengan dikin hatine amadekirin. Ev materyal li gorî pêvajoya geşedana 8 mehan hatine sêwirandin da ku zarok di temenê piçûk de zimanê xwe yê dayikê hîn bibin. Ji xeynî van setên perwerdehiyê, pirtûkên me yên çîrokan jî rastî eleqeyeke mezin tên. Malbatên ku 2-3 sal in pirtûkên me dişopînin, dixwazin ku zarokên wan li malê bi Kurdî biaxivin û fêrî zimanê xwe bibin. Her wiha di fuarê de dîtina zarokên ku tevî mamosteyên xwe hatine serdana standa me, kêfxweşiyeke mezin dide me.”

‘Em naverokeke dewlemend pêşkêş dikin’

Berîtan Aykût di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku berhemên ku hatine çapkirin di Zarokîstanên ku zarok tê de perwerdehiya pirzimanî dibinin tê bikaranîn. Berîtan Aykût diyar kir ku xebatên Weşanxaneya Moriyê ya ji bo zarokan dê bidome û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca me ya sereke ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî ew e ku herkes karibe bi her awayî bi zimanê dayikê biaxive û fêrî Kurdî bibe. Ji bo vê armancê em bi ferheng, kartên lîstikê û çîrokên cihêreng naverokeke dewlemend pêşkêş dikin. Li seranserê fuarê girseyeke me ya diyar û eleqedar hebe jî, hêviya me ew e ku ev eleqe bi sînor nemîne, hîn mezin bibe û hemû civak bi zimanê xwe bixwîne û biaxive.”

Etîket: 10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê12 zarokWeşanxaneya Morîzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

Xelkê Amedê di roja 6emîn de jî berê xwe da Pêşengeha Pirtûkan 

1 COTMEH 2026
Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

Weşanxaneya Aramê: Werin berheman ji çavkaniyên xwe bigirin

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

Ji saziyên zarokan xebatek giranbiha: Kovara ‘Nivîskarên Biçûk’ derdikeve

4 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Sedat Ege: Em dixwazin Odeya Bazirganiyê bikin odeya gel

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Serpêhatiya berxwedêr û generalê biçûk bû klîb: Xewna Çiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo bîranîna Ceylan Onkolê pirtûka ‘Ceylana awir bihuşt’ derxistin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Deng û pênûsa jinan Jinnews bû 9 salî: Bilindkirina dengê jinan girîngiyeke jiyanî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guler Coşkûn: Rihê Cahît 20 qat ji qalibê wî mezintir bû

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ROJEVA 28ê ÎLONA 2026an

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne